Li Amed, Êlih û Wanê çalakî hatin lidarxistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Destan Kurdistan li sê bajarên Kurdistanê li dijî leşker, cerdevan û polîsan çalakî li dar xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Destan Kurdistan li Amed, Êlih û Wanê çalakî li dar xist.

Yekîneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em ê bi xeta xwe ya çalakiya tevî gelê xwe êrîşên faşîzmê pûç bikin. Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin xeleqa ji agir.

Bi îddîa û biryardariyeke mezin em ê her derê bikin qada berxwedanê. Bi serhildanan em ê nîşanî dost û dijminan bidin ku tehamula me ji jiyana bê Rêbertî tune. Em ê bloka faşîst a AKP û MHP’ê hilweşînin û bi mîrateya ‘Teslîmiyet mirov dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serfiraziyê’ her dem li eniya pêş a xeta berxwedanê bin.”

LI LEŞKER, CERDEVAN Û POLÎSAN HATE XISTIN

Yekîneya Tolhildanê li Amedê di 22’ê Tebaxê de li ser rêya gundê Kepo ya li ser rêya Farqîn û Êlihê mînîbusa zirxî ya cerdevan û leşkeran bi sabotajê şewitand.

Di daxuyaniyê de qala çalakiya li Êlihê ya di 23’ê Tebaxê de hate kirin û hate gotin, “Li pişt nexweşxaneya dewletê leşkerekî pispor ê artêşa dijmin hate cezakirin. Piştî çalakiyê yekîneya me bi silametî ji qadê vekişiya.”

Yekîneya Tolhildanê qala çalakiya li Wanê kir û got, “Di 16’ê Tebaxê de li ser Rêya Demokrasiyê ya Bostanîçî polîsan bi gaza rondikrêj êrîşî pîrozbahiyê kir. Yekîneya me ya xweparastinê mudaxele kir, bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li polîs û wesayîtên wan hate xistin. Piştî şerekî dirêj dijmin vekişiya.

Ev çalakî ji bo bîranîna heval Avareş, Sarja Vejîn û Rêber hate lidarxistin ên ku di 28’ê Hezîranê de li Şaxa Wanê şehîd bûbûn.”