Li Agiriyê operasyona qirkirina siyasî
Di serdegirtinên gelek malan ên li Agiriyê de HDP’î bi lêdanê hatin destgîrkirin.
Di serdegirtinên gelek malan ên li Agiriyê de HDP’î bi lêdanê hatin destgîrkirin.
Di serdegirtinên malan ên îro ya li navenda bajarê Agiriyê de hevseroka berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Naîle Bariş, endama meclîsa şaredariyê Ceran Bariş û endamê HDP’î Hamît Taşdemîr hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin fikar hene ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe û Hamît Taşdemîr ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û rakirine nexweşxaneyê.
HDP’iyên ku hinceta destgîrkirina wan nehate zanîn birine Midûryeta Emniyetê ya bajar.