Li Agiriyê çalakiya gerîla
HPG'ê ragihand ku stasyona bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên artêşa Tirk ên li Agiriyê hatine rûxandin.
HPG'ê ragihand ku stasyona bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên artêşa Tirk ên li Agiriyê hatine rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, hêzên me êvara 3'ê Kanûnê saet di 18:00 de li gundê Turkmen ê li navçeya Bazîd a Agiriyê, stasyonek bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên hêzên dagirker îmha kirin.
2'ê Kanûnê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bomberdûman li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Li gorî vê yekê;
Balafirên şer ên Tirk saet di navbera 19:30-20:00 de Tabûra Ereba, girê Şehîd Dîren û Tepê Sor ên li herêma Avaşînê, saet di 08:20 de qadên Çemço û Kunişka yên herêma Zapê û saet di 20:50 de jî derdora gundê Guzê yê li herêma Garê bombe kirin."