Li Şirnexê di kana komirê de teqîn pêk hat

Li kaneke komirê ya li Şirnexê, ji ber gaza grîzû teqîn pêk hat.

Li kaneke komirê ya navbera gundê Kiron û bajarokê Gundikê Melê, ji ber gaza grîzû teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, li herêma ku teqîn lê bûye 3 karker asê mane. Li gorî hin çavkaniyan, 2 ji van karkeran jiyana xwe ji dest dane. Piştî teqînê tîmên tenduristiyê û AFAD'ê berê xwe dan herêmê.

Kana komirê ya hejmara 1. a li Şirnexê roja 17'ê Cotmehê hilweşiya bû û ji ber vê yekê 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn.