Li Şirnexê 5 kes din hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Şirnexê dom dike de li navçeyên Basan, Hezex û Silopyayê 5 kesên din jî hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Şirnexê dom dike de li navçeyên Basan, Hezex û Silopyayê 5 kesên din jî hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li ser navçeyên Hezex, Basan û Silopyayê ya Şirnexê de 5 hatin destgîrkirin.
Li Basanê avêtin ser mala Ramazan Cîn û destgîrkirin, birin midûryeta emniyetê ya navçeyê. Sekvan Cîn ê polîsan xwestin wî jî destgîr bikin, lê ne li navnîşana xwe bû.
Di avêtina ser malan a li Hezexê de jî Alî Un û Îhsan Olgarjî hatin destgîrkirin û li Silopyayê jî Sabrî Ormanli û Îsmaîl Kurtay jî hatin destgîrkirin.
Li bajar di nava 2 rojan de 14 kes hatin destgîrkirin.