Li Şirnex û Amedê namzetên HDP’ê bi gel re civiyan

HDP'ê li navçeyên Amed û Şirnexê namzetên  hevşaredariyan bi gel da nasîn. Di danasîna namzetan de hat gotin ew ê li dijî zilmê serê xwe netewînin û wê bersivên herî mezin bidin qeyûman.

AMED

Danasîna namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê berdewam dikin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê namzetên hevşaredariya Hezroyê bi gel da nasîn. Ji bo danasîna Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya Hezroyê Gulîstan Ektî û Ahmet Çevîk bi şahiyekê hatin nasîn.

Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel û Musa Farisogullari, Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û şêniyên navçeyê beşdar bûn. Namzetên Hezroyê di têketina navçeyê de ji aliyê gel ve bi kelecanek mezin û berzkirina dirûşman hatin pêşwazîkirin.

Girseyê dirûşmên “Bijî HDP”, “Amed ya me ye” û “Hazro ya me ye” berz kirin. Namzetan li ber avahiya HDP’a Hezroyê gel silav kir.

Namzet Hevşaredariyê Ahmet Çevîk bi silavkirina greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Çevîk ji bo hilbijartinê got: “Em ê bi hev re bi ser bikevin. Hezro bi mirovatî û lehengiya xwe navçeyek hêja ye. Em ê di sindoqan de bersivek mezin bidin qeyûm û pergalê.”

‘EM Ê ÇONGÊ DANEYNIN’

Namzeta Hevşaredariyê Gulîstan Ektî jî got: “Em ê her tim layîqî gel û partiya xwe bin. Em ê wek neviyên bapîr û dapîrên xwe tu demê çonga xwe daneynin û serê xwe netewînin. Em û gelê xwe dest bidin destê hev û qeyûm dagirker ji axa Kurdistanê derxînin. Em ê bi ser bikevin. Wê gelê Hezroyê bi ser bikeve.”

UYANIK: EW NIKARIN HÊVIYA ME QÛT BIKIN

Namzeta Hevşaredariya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî xîtabî gel kir û got: “Em ê tu demê li dijî vê zilmê serê xwe netewînin. Ev ax axa me ye. Ev bajar û navçe yên me ne. Heta îro em çawa bi desteka gelê xwe bi ser ketine em ê dîsa jî bi ser bikevin. Cihê wan xera kiriye em ê ji nû ve ava bikin. Wan xwest hêviya me ji gelê me bibirin lê gelê me destûr nedan vê yekê. Ew ê tu carî nikaribûn hêviya me qût bikin.”

ŞIRNEX

HDP’ê namzetên hevşaredariya Şirnex û navçeyan bi bernameyên li dar xist bo gel da nasîn. Bernameya danasînê li salona konferansê ya li ber avahiya HDP’a Bajêr a Şirnexê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî beşdarî danasînê bûn. Salon tije ma û cih lê nema. Jinan bi cilên herêma Botanê beşdarî danasînê bûn.

Deqîqeyek rêzgirtin pêk hat. Di bernameyê de ewilî Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez axivî û bertek nîşanî binçavkirina Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û siyasetmedarên jin da. Îrmez destnîşan kir ku ew çalagerên greva birçîbûnê silav dikin û got: “Ev daxwaz û biryar a me ye jî heta tecrîd ranebe em ê têbikoşin.”

Parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî axivî û destnîşan kir ku ev hilbijartin gelek girîng e û ji bo bi qasî referandûmê hêja ye.

Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyan bi gel dan nasîn û bername bi govend gerandinê xelas bû.