Li Şengalê wê 4’ê Nîsanê gul û dar bên çandin

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê wê 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her cihê Şengalê ku lê ne gul û daran biçînin.

Xelkên Şengalê xwe amade dikin 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cihê pîroz bike. Bi taybet li baxçeyekî ku diyarî Ocalan tê kirin têkildarî 4’ê Nîsanê xebat tên kirin.

‘Baxçeyê Serok Apo’ ê 4’ê Nîsana 2015’an li Deriyê Kersê dest bi avakirina wê hate kirin, 4’ê Nîsana 2016’an bi girseyî hatibû vekirin. Sala 2017’an ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin.

Şervanên YBŞ’ê yên heman salê dest bi çêkirina wê kirin, wê 4’ê Nîsana îsal ji ber vîrûsa koronayê di nava xwe de rojbûna Ocalan pîroz bikin.

Her wiha pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ji derveyî vê wê gel li mal û baxçeyên xwe jî pîroz bikin.

Şervanê YBŞ’ê Helses Koço destnîşan kir ku piştî êrîşa qirker a 3’yê Tebaxa 2014’an û şûnde bi taybet 2015’ê û vir ve rojbûna Ocalan bi girseyî pîroz dikin.

Koço got: “4’ê Nîsanê bi taybet ji bo xelê Şengalê û şervanên Şengalê rojeke pîroz û bi wate ye. 4’ê Nîsanê ji bo gelê Êzidî rojeke pîroz e. Bi saya 4’ê Nîsanê li dijî fermanan em xwe diparêzin û fêrî xweparastinê bûn.”