Li Şengalê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li Geliyê Kersê ya Şengalê gelek kes hatin ba hev û agirê Newrozê dadan.
Li Geliyê Kersê ya Şengalê gelek kes hatin ba hev û agirê Newrozê dadan.
Di saetên êvarê de li piraniya gund û navçeyên Şengalê ji aliyê gelê Êzidî ve agirê Newrozê hate pêxstin. Yek ji navendên pîrozbahiyê derê Geliyê Kersê bû. Li vir gelê Xanesor, Sinûn û Digurê li hev kom bûn û agirê Newrozê pêxistin.
Li ber Sitranên şoreşgerî gel govend gerandin û Cejna Newrozê pîrozkirin.
Şengaliyan peyama berxwedanê dan û dan diyarkirin ku ew cejna Newrozê ji bo xwe wek cejna berxwedanê dibînin.
Jina bi navê Nefiya Mêşo di serîde cejna Newrozê li tevahiya gelê azadîxwaz pîrozkir û got ; “Em wek gelê Êzidî agir ji bo xwe pîroz dibînin, divê cejnê de agir tê pêxistin em vê rojê û pêxistina vî agirî wek serkeftin dibînin.”