Li Şemzînan, Bedlîs û Şirnexê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên gerîlayan ên xurt ên li Şemîzînan, Şirnex û Bedlîsê eşekere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên me di çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li navçeyên Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistine.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de nasnameya 2 gerîlayê ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest jî dabûn eşekere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

“19’ê Tîrmehê saet 16:00’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk li Girê Tatasêlê yê girêdayî Şemzînanê çalakiyek lidar xistiye. Di çalakiya bi awayekî xurt li çeperên li ser gir hatiye xisin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelel nehatiye bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk di saet 17:30’an de, bi obus û hewanan devera Tatasêlê, saet 17:30 heta 18:30’an jî balafirên şer Girê Kaker bomberdûman kiriye.

17’ê Tîrmehê saet 22:20’an, hêzên me yên YJA Star li dijî yekîneyekî veşartî yên artêşa Tirk ên li Girê Xuro yê girêdayî Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi alîkariya helîkopterên Skorsk kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine.

LI GABARÊ LI DIJÎ TABÛRÊ ÇALAKÎ

19’ê Tîrmehê saet 14:00’an, hêzên me li dijî Tabûra Zivingê ya li Çiyayê Gabar ê Şirnexê çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin ji 2 baskan ve hatiye lêxistin, di vê çalakiyê de bi qasî hatî zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a mêtînger qad bi tank, obus û hewanan bomberdûman kiriye.

LI SILOPIYAYÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

19’ê Tîrmehê saet 19:45’an, hêzên me leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku li devera Birê Çolya ya girêdayî Şirnexê bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya ji 2 baskan ve li leşkeran hate xistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

LI BEDLÎSÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de,19’ê Tîrmehê saet 17:45’an li dijî Qereqola Rijlek a Bedlîsê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya leşkerên li derdorî tankan bi cih bibûn bi çeka RPG-7 hatin hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi çekên giran derdorî xwe bi ketober gule reşand.

LI BEDLÎSÊ 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DANE

19’ê Tîrmehê me bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku 16’ê Tîrmehê artêşa Tirk bi desteka cerdevan û kontrayan li dervera Şêx Edîp a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû. Di encama şerê di operasyon û bomberdûmanê de 2 hevrêyên em bi qehremanî şer kiribûn û şehîd ketibûn. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Çiya Koçer

Nav û Paşanv: Alî Ûlaş

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê- Bav: Helîme – Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/ 17’ê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Sofî Hîzan

Nav û Paşnav: Sefter Yilmaz

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê- Bav: Vesîle- Celal

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/ 17’ê Tîrmeha 2017