Li Şemrexê agir bi malekê ket, dayik û sê zarokên wê mirin
Li gundê Kayalar a Şemrexa Mêrdînê agir bi malekê ket. Di vê şewatê de dayik û sê zarokên wê mirin.
Li gundê Kayalar a Şemrexa Mêrdînê agir bi malekê ket. Di vê şewatê de dayik û sê zarokên wê mirin.
Şeva din li gundê Kayalar a Şemrexê Mêrdînê, agir bi xaniyê malbata Tûr ket. Di şewatê de dayika 34 salî Nîsan Tûr û zarokên wê yên di navbera 1 û 7 salî de Mîran, Lorîn û Ecrîn mirin.
Piştî welatî pê hisiyan û bi hawarê çûn bang li yekîneyên agirkujê kirin.
Heta ku welatiyan û yekîneyên agirkujê mudaxaleyî agir kirin û agir vemirandin, dayik û 3 zarokên xwe ji ber dûxanê fetisîn.
Piştî bûyerê cenazeyên dayik û 3 zarokan rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Hat diyarkirin ku piştî otopsiyê cenaze şandin Amedê. Tê payin ku piştî otopsiyê cenazeyan li Şemrexê defin bikin.