Li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kirin: 19 kes hatin destgîrkirin

Polîsan li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kir ên ku dixwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyaniyê bidin. Polîsan 19 kes destgîr kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbatên girtiyên ku di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de ne, xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê werin ba hev. Polîsan nehiştin ku malbat daxuyaniyê bidin.

Polîsan zext kirin ku bila daxuyanî li cihekî dûrî girtîgehê were kirin. Xizmên girtiyan ev rewş qebûl nekirin.

Polîsan dora xizmên girtiyan girtin û êrîşî girseyê kir. Li vê derê dayikek ji ser hişê xwe çû. Wekîlê Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Îkram Îrgî jî di nav de 19 kes hatin destgîrkirin.