Li Êlihê di şer de 2 leşker hatin kuştin

Li navçeya Hezo ya Êlihê di şer de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li herêma navbera gundê Kûmlûpinar û gundikê Kocabey ên navçeya Hezo ya Êlihê, ji ber operasyona leşkerên Tirk şer derket. Di şer de 2 leşker birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezo ye. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyê mirin.

Herêma ku operasyon lê dewam dike, ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin.

Walîtiya Tirk a li Êlihê piştrast kir ku 2 leşker hatine kuştin.

HPG'ê li ser mijarê hîn daxuyaniyek nedaye.