Li Êlihê 7 kes hatin girtin

Li Êlihê di operasyona ser DTK’ê hatî kirin de ji 30 kesên ku hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin û 3 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Îfadeya 20 kesan jî hê didome.

Di 27’ê Mijdarê li Êlihê di serdegirtinên malan de delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Saziya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakvanên Tevgera Jina Azad (TJA), endam û rêveberên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û Partiya Demokratîk a Gelan de 30 kes hatibûn destgîrkirin.

Ji wan 30 kesên ku hatibûn destgîrkirin 10 kes ji wan piştî ku îfadeya wan a li emniyetê hate girtin birin edliyeya Êlihê. Li emniyetê kesên ku zanîn sedemê destgîrkirina wan belgeya bi navê ‘Delegeyên KCD ya Êlihê ye’ ku di serdegirtina li dijî KCD a Amed’ê ya sala 2018’an de di nav dosyeyên li ser komputerê de bûye, bi awayê ku “Ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê suc kiriye” hatin sûcbar kirin. Kesên ku li emniyetê mafê bêdengiyê bikar anîn, piştî ku li dozgeriyê îfadeya xwe dan, bi daxwaza berdan a di bin kontrola edlî, Mahfûs Akgûl, Gûler Turhan û Murat Tekîn û bi daxwaz girtinê jî Ayşe Adlig Acar, Elîf Koyuncu, Halîme Çetînkaya, Mehmet Emîn Ozerk, Mehmet Yaşar, Mehmet Yildirim, Serdar Oztekîn jî sevqê dadgehê hatin kirin.

Dozger KCD’ê weke sazûmana zagonsaziyê ya PKK-KCK’ê hesiband û ew kesan bi hinceta endamtiya rêxistinê sûcbar kir. Hate zanîn îfadeya 20 kesên ku hatibûn destgîrkirin jî hê didome.