Li Çewlikê Rewşa Awarte hate dirêjkirin!

Li Çewlikê bi armanca operasyonê li 26 herêman ‘herêma ewlehiya taybet’ hatibû ragihandin û demê qedexeyê heta 11’ê Cotmehê hate dirêjkirin.

Dewleta Tirk 28’ê Texabê li bejahiya 26 herêm û navenda Çewlikê ‘Herêm Ewlehiya Taybet a Demkî’ îlan kiribû. Dewleta Tirk biryara dirêjkirina demê heta 11’ê Cotmehê dirêj kir. Biryara dirêjkirina dem ji ber operasyonê hatiye dayîn.

Navê herêmên ku qedexe lê hatî dirêjkirin wiha ne;

Navenda Çewlikê Ortaçanak, Zozanê Hasar, Girê Hasar, Feratan, Zozanê Çir, Çemê Merdîven, Herêma Çemê Monçu; navçeya Azaxpêrt, Çiyayên Şeytan, Çemê Şeytan, Îlbey, herêmên geliyê Maltepe (Sevkar); navçeya Dara Hênê, Saggoze, Buyukçag Yeniyazi, Dîkpinar, herêmên Derman û Şekeran; navçeya Bonglan, herêmên Yenîbaşak-Dogûyelî; navçeya Korxol, Çemê Horîvanîk-Çemê Tahkîm (Geliyê Pahûs), Daristanên Kirkoy, herêmên Çemê Mav û Gokçedal; navçeya Gixî, herêma çemê Çomak; navçeya Kanîreş, herêma Daristanên Karacehennem; navçeya Çêrme, Zozanê Akimli.