Li Çewlikê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Çewlikê di serdegirtina malan de namzetê endametiya Meclîsa Şaredariyê yê HDP'yî Mehmet Bahçadûrmûş jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Çewlikê di serdegirtina malan de namzetê endametiya Meclîsa Şaredariyê yê HDP'yî Mehmet Bahçadûrmûş jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li taxên navenda Çewlikê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de namzetê endametiya Meclîsa Şaredariyê yê HDP'yî Mehmet Bahçadûrmûş, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Yûnûs Bûlût, Serkan Kaya, Kanî Solmaz û Kanî Tûnç jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Çewlikê.