Bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanan hat kirin - HATE NÛKIRIN

Li Çewlig, Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, hatin ziyaretkirin.

Li Çewlig, Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, hatin ziyaretkirin.

ÇEWLIG

Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulakî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû di cejna remezanê de bi gelê Çewlîgê re li ser goristana Karşi Yakayê cejn pîroz kir.

Piştî serdana li goristana navenda bajêr dest bi serdana goristanên Şehîdan ên li gundan hat kirin. Serdana gundê Kadîmadrag, Çilkanî, Derê Nazik, Tarbasan û Ibraman hat kirin. Gundiyan namzet û rêvebir bi coş pêşwazî kirin. Piştî ku ji van gundan zivirîn, çûn serdana malbatên şehîdan.

Namzetê Parlementeriyê Omer Farûk Hulakî û Hevserokên HDP'ê û DBP'ê li wir ji hev qetiyan. Her yek ji wan çû serdana taxên bajêr. Gava serdana li malbatan, gelê Çewlîgê jî bi coş namzet pêşwazî kirin.

AMED

Ji ber Cejna Remezanê, bi pêşengtiya Komeleya Yekitî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Wenda Kirine (MEBYA-DER), serdan li navçeyên navendî yên Amedê hat kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkariya Bi Xizmên Girtî û Hikumxwariyan re (TÛHAY-DER), bûn çar kom û çûn serdana malbatan.

Piştî gera li nav malan, serdana Bedîrhan Çetînkaya hat kirin. Bedîrhan Çetînkaya, 19’ê Nîsanê li Peyasê ku navçeyeke Amedê ye, gava daliqandina alên buroya hilbijartinê ketibû û her du milên xwe şikandibûn. Çetînkaya, li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl bû. Namzedê parlamenteriyê Mehmet Emîn Aktar û rêxistina HDP’ê ya Peyasê serdan kir.

ÊLIH

Ji ber êvara cejnê, namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê, çûn ser gorên Şehîdên Demokrasiyê yên li Gundê Korikê. Parlamenter Ayşe Acar, parlamenter û namzedê parlamenteriyê M. Ruştu Tîryakî, Hevserokê DBP’ê û namzedê parlamenteriyê yê Êlihê Keskîn Bayindir, Zeynep Odûncû, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran û rêveberiya bajêr a Partiya Çepên Kesk gava serdanê bi hev re serdan kir.

ŞIRNEX

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê çûn serdana goristanan. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de, gelek kes çûn serdana goristana bajar. Piştî serdana goristanê jî şandeyê cejna welatiyan pîroz kir.

Her wiha dê HDP û Partiya Çepên Kesk du rojan li bajar serdanên cejnê bike. Di heman demê de Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li navçeyên Silopiya û Hezexê jî goristan ziyaret kirin û piştre jî li avahiyên navçeyan cejnên welatiyan pîroz kirin.

COLEMÊRG

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî çûn serdana gorên kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û gelek kes tev li serdanan bûn. Di serdanên goristanên Bajêrge, Taxa Roman û Goristana Asrî ya li Serê Solan de beşdaran dua kirin.