Li Çelê gerîla li konvoya dagirkeran da: 13 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. HPG’ê got di çalakiyê de wesayîta leşkerî ya tîpa Kobra hate rûxandin, 13 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de got;

“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 2’ê Îlonê saet 11:15’an hêzên me li dijî dagirkerên ku li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

LI GIRÊ XEREGOL LI KONVOYA LEŞKERÎ HATE XISTIN: 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê hêzên me li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Xeregol yê Çelê ve diçû çalakiyek li dar xist. Leşker û wesayîtên di konvoyê de bi serketî li wan hate xistin, di çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa Kobra hate rûxandin û bi giştî 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 16:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bêseruber bi topên hawan û obusan herêm bombebaran kir û bi gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”