Li Çarçella û Çelê 7 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayan ên li Çarçella û Çelê kirin de 1 jê bi paye bi giştî 7 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Çalakiya li Çelê ji aliyê hêzên KBDH’ê ve hate kirin.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê ya HGP’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek parve kir.

HPG’ê ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

20’ê Tîrmehê saet 07:15’î de hêzên me li diî dagirkerên li Girê Gundê Bezeno ya devera Çarçella ya Herêma Zagrosê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek bi paye hate cezakirin.

ÇELÊ

Yekîneyên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinê (KBDH) di çarçoveya pêngavê de li dijî tevgera dagirkeriyê ya dagirkeran a li Heftanînê 20’ê Tîrmehê saet 11:20’ê li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Elîşêr ê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê ku bi îsabet hate lêdan de, 6 leşker hatin cezakirin, leşkerek jî birînar bû.

AMED

20’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê li devera Gorse ya Amedê bi helîkopteran gule li derdor reşandin û bomberdûman kirin. Şewata ku di encama bomberdûmanê de derket hê jî didome.

HEREKOL

19’ê Tîrmehê saet 14:30’î artêşa TC’ê ya dagirker li devera Şehîd Canxurt a herêma Herekol a Sêrtê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê ya ku ji saetên şevê ve heta sibeh roja din qad bobe kir, bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê dan. Hevrêyê me Şiyar Garzan ê tevahiya operasyonê dom kir de bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd ketiye. Ev operasyon 20’ê Tîrmehê di saetên şevê de ji qadê vekişiyaye.”