Leyla Guven tedawî red kir û çalakiya xwe li malê bidomîne
Leyla Guven tedawiya li nexweşxaneyê qebûl nekir û ew birin mala wê.
Leyla Guven tedawiya li nexweşxaneyê qebûl nekir û ew birin mala wê.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 98 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber êşa sînga wê, ew îro rakiribûn nexweşxaneyê. Guven li vê derê tedawî red kir.
Piştî parlementer û rêveberên HDP’ê hatin nexweşxaneyê, polîsan dora nexweşxaneyê girtin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku Guven niha di bin kontrola bijîşkan de ye û Guven diyar kiriye ku heta tecrîda li ser Ocalan neşikê ew ê tedawiyê qebûl neke. Arslan bal kişand ser vî tiştî ku divê her kes xwedî li vê berxwedana Guven derkeve.
Piştî ku Guven tedawî qebûl nekir, Guven birin mala wê.