Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê -NÛ BÛ

Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin, dema ku endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî piştî dîtina Guven dixwest li hewşa sîteyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, rewşa Guven giran bû.

Guven ku êşeke giran ketiye sînga wê, rakirin nexweşxaneyeke taybet a li ser rêya Rihayê.