Leyla Guven jî tê de li 35 kesî bi kêfî doz hate vekirin

Dozgeriya Rihayê, Leyla Guven jî di nav de di derbarê 35 kesan de beriya niha lêpirsîn dabû destpêkirin, lê biryara betalkirina lêpirsînê hatibû dayîn. Lê belê dozgeriyê dîsa biryara xwe guhert û vê carê biryara vekirina dozê da. 

Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmet Ocalan jî di nav de, di derbarê 35 kesan de 4’ê Nîsana 2017’an bi hinceta ku rojbûna Ocalan pîroz kirine, doz hatibû vekirin. 

Lêpirsîna bi hinceta ku tevlî merasîma li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bûne hatî vekirin, paşê hatibû betalkirin. 

Lê belê doza ku hatî betalkirin piştî du salan dîsa hate vekirin. Dozgeriyê, Leyla Guven jî di nav de di derbarê 35 kesan de ku berê biryara betalkirina dozê dayî, vêcarê xwest doz bê vekirin û ji kesên navborî re di navbera salek heta 5 salan de ceza xwest. 

Îddîanameya ku hatî amadekirin ji hêla 10’emîn a Cezayê Giran a Rihayê ve hate qebûlkirin. 

Dadgehê bi hinceta ku Leyla Guven li Amedê îkame dike, ji dadgeha Amedê re muzakere nivîsî ku doza wê li wir bidome.

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 27’ê Adarê rûnişt û di derbarê Leyla Guvenê de ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê nekarî tevlî rûniştinê bibe, biryara ‘bi zorê anîna dadgehê’ girt. 

Parêzeran xwest ku doz bê xistin û biryara betalkirina dozê bê dayîn. Lê belê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.