Leyla Guven: Amade me berdêlan bidim, wê zindan tecrîdê bişkîne

Leyla Guven a ku li dijî tecrîda Îmralî 81 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye got; “Moral, motîvasyon û coşa li zindanan hûn bibînin, bi wê coşê wê li zindanan tecrîd were şikandin. Bila tu gumanên kesî nebe.”

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku bi awayekî bê hiqûq li girtîgehê hate girtin û beriya 2 roj an hate berdan ku ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ev 81 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye got; “Ez amade me berdêlan bidim.”

Guven di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman;

“Dema ez ji Zindana Amedê derketim, min pir zehmeti dît. Ji ber ku min li wir dest bi berxwedanê kir. Ruhê 14'ê Tîrmehê li ser wan dîwaran hatiye neqişandin. Ew ruh li wir hêzê dide. Min ew heqîqet û manevîyat pir hîs kir. Min ew gotinên hevalên xwe ji nû ve hîs kir û bihîst. 81 roj in li ber xwe didim. Ez li girtîgehê pir baş bûm. Lê piştî ez hatim wekî ez ji wî ruh û maneviyatê qut bibim. Tu tiştên li derve av, hewa bi min xwezayî nayên."

EZ AMADE ME BERDÊLÊ BIDIM

Milekî vê berxwedanê xebatên li derve ne. Ev xebatên derve çavkaniyên me yên moralê bûn. Her ku hûn bînin ziman, mirov bi axivin û belav bibin... Rojnameya Elmanyayê çend roj berê ji bo roportajê pirs ji min re şandin. Digot 'Partiya we bi qasî tê xwestin li we xwedî derdikeve? Min jî got bi xêra partiya me dengê min gihişt heta Elmanyayeyê. Keda we sax be. Ev têkoşîna topyekûn e. Divê em bi hev re vê têkoşîn û berxwedanê geş bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ger ku ev dewleta faşîst û ceberut berdêlê ji me dixwaze em gelê Kurd amade ne. Ji ber vê yekê gava ewil min avêt û gava duyemin li zindanan berdewam kir. Coş û kelecana zindanan pir mezin e. Ev bawerî, berxwedan û coşa zindanan wê vê tecrîdê parçe bike. Bila fikara tu kesî ji vê yekê tune be."