Leşkerên Tirk nekarî li Govendê bisekinin

Artêşa Tirk zivistanê hewl da, lê belê nekarî li Govendê bisekine. Têk çû, ji xwe kêm kir û neçar ma xwe vekişîne.

Yek ji operasyonên artêşa Tirk ên di zivistanê de kir, li herêma Govendê bû. Lê belê, artêşa Tirk a ku nekarî li pêşberî berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê li ber xwe bide, di demeke kin de neçar ma xwe vekişîne. Gerîla Rûbar Çelê ku di dema vê operasyonê de li herêmê bû, ji ANF'ê re qala wê kir.

Yek ji herêmên ku gerîlayên Kurdistanê lê serdest in, qada Govendê ya Zagrosan e. Artêşa Tirk a ku li vê herêmê dest bi operasyonê kir, ji ber çalakiyên xurt ên gerîla û dijwariya erdnîgariyê neçar ma xwe vekişîne. Gerîla Rûbar Çelê ku di dema operasyonê de li herêmê bû anî ziman, dewleta Tirk demeke dirêj xwe jê re amade dikir û xwest di zivistanê de êrîş bike û Govendê kontrol bike.

TIRK NEWÊRIN

Çelê diyar kir, wan agahî girtin û li gorî vê yekê amadekariyên xwe kirin û got, "Ya rast, Tirk newêrin li Zagrosê operasyonê bike. Hêz û hunera artêşa Tirk nîne ku li çiyayên Kurdistanê şer bike. Ji ber vê yekê, bi pêşengiya cerdevanên Gerdiya yên li herêmê operasyonan dike. Di demên dawî de bi giranî cerdevan tevlî operasyonan tên kirin. Cerdevan nebin, artêşa Tirk nikare gavekê jî bavêje. Nikare li hemberî gerîlayên Kurdistanê şer bike."

JI WAN HEBÛ KU GERÎLA NIKARE TEVBIGERE

Li Zagrosan, şert û mercên zivistanê giran e, bi taybetî li Govendê gelekî giran e. Li gorî Çelê; ji artêşa Tirk hebû ku gerîla nikare tevbigere, lewma di nava şert û mercên dijwar de li herêmê dest bi operasyonê kir. Lê belê gerîla zû dest li operasyonê werdan û çalakiyên bi bandor lidar xistin. Hêzên Tirk ên li pêşberî gerîla tewişîn, hewl dan xwe vekişînin.

JI XWE KÊM KIRIN Û VEKIŞIYAN

Gerîlayên ku dîtin hêza operasyonê xwe vedikişîne, nehiştin bi hêsanî vekişin û têk birin. Gerîlayên li Tepê Xwedê yê li herêmê, bi çekên giran dest li artêşa Tirk werdan. Artêşa Tirk ji bo leşkerên xwe li qadê li hev bicivîne, timî helîkopter şand. Gerîlayan dest li helîkopterê jî werdan, hinekan derb xwarin û neçar man vekişin.

Rûbar Çelê anî ziman, dema ew ketin nava kozikên hêzên Tirk gelek alavên jiyanî û tenduristiyê dîtine.