Leşkerên Tirk li sivîlan reşand: Yek hate kuştin, yek jî birîndar bû

Qereqola Dûrak a li ser rêya Colemêrg-Şemzînanê li wesayitê reşand, welatiyê bi navê Çetîn Beşar hate kuştin, Kerîmhan Verender jî bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji Qereqola Dûrakê gule li wesayîtekî sivîl hate barandin. Di encama gulebaranê de kesek hate kuştin  û kesk jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji herêmê, wesayîta ku dixwest ji Şemzînanê biçe Geverê dema ku li nêzî qereqolê dixwest bi paş ve vegere hate gulebarankirin. Di wesayîta de ku gule lê hatî barandin hemwelatiyê bi navê Çetîn Başer hate kuştin û Kerîmhan Verender jî bi giranî birîndar bû. Hemwelatiyê birîndar bi ambûlansa ku hatî cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.