Leşkerên Tirk li ber çavên malbatan kêlên goran şikandin

Dewleta Tirk a dagirker di dijminahiya Kurdan de sînoran nas nake. Leşkerên Tirk ên dagirker li taxeke ya Erdîşê kêlên gorên du gerîlayan ku bi hinceta li ser nasnavên wan heye, bang li malbatê kirin û li ber çavên wan kêl şikandin.

Li Wan û navçeyên Wanê 2 roj berê leşker û polîsan li gelek goristanan, wêneyên gorên kesên di şer de şehîd bûne kişandin û piştre çûn ji malbatan agahiyên derdarê zarokên wan ên şehîd bûne xwestin.

Leşker dîsa diçin taxan û wêneye goran dikişînin û gorên cenazeyan wêran dikin. Duh dîsa leşker çûn li taxan geriyan û hem wêneyê goran kişandin û hem jî kevirên goran şikandin. Eskerên ku li taxek Navçeya Erdîşa Wanê wêneyê 2 goran kişandin, bi hinceta "Nasnav" hatiye nivîsîn ewil bang li malbatan kirin û piştre li pêş çavê malbatan kevirê gorên zarokên wan kişandin.

Leşkeran bi hinceta nasnav an jî flemaya alê li ser heye kevirên gorê şikandin. Leşkeran piştî bi kamerayan qeyd kirin kevirên gorê şikandin.

Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku duh di saetên nîvro de eskeran keyayê taxê jî bi xwe re anîn û hatin ser goristanê û wiha got: "Leşkeran demeke bi kamerayan gorên li goristanê kişandin. Piştre bang li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û gorên wan li wir hene kir. Leşkeran diyar kirin ku ji ber li ser kevirên koran nasnav hatiye nivîsîn û gotina "Şehîtd" hatiye nivîsîn wê keviran bişkînin. Leşkeran diyar kirin ku ji derve ferman ji wan re hatiye û piştre leşkeran kevirên goran şikandin û çûn. Dema leşker çûn dîsa malbat hişkar kirin ku dîsa nivîsê nenivîsin.

Leşker 2 roj berê li Navçeyên Ebexe, Bêgirî Serav, Qelqelî û Erdîşê dîsa çûbûn li ser goristanan wêneyê goran kişandibûn û piştre çûbûn malbatan derbarê zarokên wan agahî xwestibûn.