Leşkerên Tirk hîn jî li dora gundên Licê ne

Dewleta Tirk ku li navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyona leşkerî kir, dorpêça xwe ya li ser gundên herêmê dewam dike.

Gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişrefê yên navçeya Licê ya Amedê ji 9'ê Çileyê ve dorpêçkirî ne.

Li van gundan ku ketin û derketin hatiye qedexekirin, leşker diavêjin ser malan û tê gotin ku êşkenceyê li gundiyan dikin û gefê li wan dixwin.

Gundiyê Mişreê Mehmet Şah Bozkûş bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin, hevsera wî Azîze Bozkûş jî hate berdan.

Sibeha Sêşemê li gundê Derxustê di serdegirtina malan de Siddik Ozkan (63), Ferhat Ozkan û Ozmer Yildirim hatibûn destgîrkirin. Her sê jî hînê destgîrkirî ne.

Dewleta Tirk operasyona leşkerî ya li bejahiya gundên navborî bi rengekî fermî roja Sêşemê qedandibe jî dorpêçî dewam dike.

Gundî tenê piştî kontrola giştî dikarin biçin malên xwe.