Leşkerên Tirk her dera Dersimê dişewitînin

Leşkerên Tirk her dera Dersimê dişewitînin û şewat li her dera bajêr belav dibe.

Li Dersimê ji ber operasyonên dewleta Tirk agir bi her derê dikeve. Şewatên li herêma Kûtûdere, Harsî, Arekî, Zargovît û Ahpanosê didome. Şewatên li herêmê her ku diçe, berfirehtir dibe. Hate hînbûn ku li herêma Pîlvenkê jî îro agir bi daristanê ketiye.

Duh li Mêzgira Dersimê ji ber operasyonê di navbera Kale û Gebanê agir bi qadê ket. Hate ragihandin ku şewat nêzî gundê Kaleyê bûye û ketin û derketina gund tê qedexekirin.

ŞAREDAR: LEŞKER NAHÊLIN KU AGIR WERE TEFANDIN

Şaredarê Mêzgirê Tekîn Turkel diyar kir ku operasyon didome û şewat heta gundê Kaleyê hatiye. Turkel diyar kir ku şewat li herêmên cihê belav dibe û leşkerên Tirk destûrê nadin ku ew biçin agir bitefînin.