Leşkerên Tirk ên dagirker 41 caran êrîş kirin

Di 3 rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi çekên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 34 caran bi obus, hawan û tankan çeperên berxwedanê bombebaran kirin. Di encama xweparastina gerîlayan de 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tevî pozisyona bêçalaktiyê ya hêzên me, artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne. Ev êrîşên ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xatirê desthilatdariya xwe dewam dike, dibe sedem ku dagirkerên ku êrîşê hêzên me dikin jî bên cezakirin. Sedema sereke ya ku çeperên me yên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 34 caran bi obus, hawan û tankan hatine bombekirin û 4 dagirker jî bên cezakirin, faşîzma AKP-MHP’ê ye.”

HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî hêzên gerîla û qadên berxwedanê de jî ev agahî dan:

“Herêma Zapê;

Di 24’ê Gulanê saet 04:00’an de dagirkeran êrîşê çeperên berxwedanê yên Sîda kirin û li ser vê yekê hêzên me yên YJA Starê jî ji bo xweparastinê bersiv dan.

Di 24’ê Gulanê saet 16:30’an de dagirkeran êrîşî hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîda kirin, hêzên me jî ji bo xweparastinê bi taktîkên sabotajê bersiv dan û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

24’ê Gulanê ji saet 19:00’an heta 25’ê Gulanê saet 04:30’an, dagirkeran bênavber êrîşê hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin û li ser vê yekê hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.

Di 25’ê Gulanê saet 06:15’an de dagirkeran êrîşê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin, hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de kamerayeke mobese hate rûxandin.

Di 25’ê Gulanê saet 10:15’an de dagirkeran careke din êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin, hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 24, 25 û 26’ê Gulanê de dagirkeran êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin û hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.

Herêma Xakurkê;

Dagirkeran di 26’ê Gulanê saet 11:50’î li Girê Şehîd Şahan, saet 18:30’î de jî li Girê Şehîd Axîn êrîş pêk anîn, li vir jî hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dane êrîşên dagirkeran.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî pêk anî;

Di 24 û 25’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Girê FM û Sîda du caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye;

Di 23 û 26’ê Gulanê de Girê Şehîd Piling, Girê Hekkarî, Girê Amediyê yên Metîna û Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî yê Zapê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 23’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Girê Şehîd Piling, Girê Hekkarî, Girê Amediyê yê Metîna, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bahar, herêmên Çemço û Sîda yên Zapê 34 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 24, 25 û 26’ê Gulanê de êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê yên Girê FM’ê kirin û hewl da bi kepçe û dozeran çeperan hilweşînin.”