Leşkerên Îranê li sînorê Rojhilat êrîşî 4 kolberan kir

Leşkerên rejîma Îranê carek din li sînorê Rojhilat êrîşî kolberan kir.

Li gorî agahiyên Saziya Mafê Mirovan a Hengaw, li sînorê bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê bi çekan êrîşî kolberan kirin.

Di êrîşê de kolberê bi navê Eynûlla Seydarî Fereye birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Ûrmiyeyê.

Tenê di hefteya derbasbûyî de di encama êrîşa çekdarî ya hêzên girêdayî rejîma Îranê de 4 kolberên Kurd hatin kuştin û 5 kolber jî birîndar bûn.