Kuştina li Colemêrgê: Leşker hem kuşt, hem jî nehişt ambûlans bê

Sertîp Şen ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi fîşeka leşkerên Tirk birîndar bû, eşkere bû ku ji ber leşkeran nehiştin ambûlans bê, xwîn jê çûye û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, piştî kuştina Şen bi şahidan û gundiyan re axivî û li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Dede diyar kir, Sertîp Şen li zozanê Kavleboşê yê gundê Wargenima, li devera ku qereqol û baregeha leşkerî lê bû bi guleya li sînga wî ket jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Dede, Şen roja bûyerê tevî hevsera xwe ji nîzamiyeya qereqola Çobanpinarê ji bo çêrandina pezê xwe destûr stendiye û piştî ku nasnameya wî hate kontrolkirin derbasî zozanê bûye.

NEHIŞTIN AMBÛLANS BÊ

Dede got, "Danê nîvro hevsera wî û jinên din ji bo komkirina pincaran ji cihê çêrandina pez çûn û dema vegeriyan, dîtin ku Sertîp Şen birîndar e. Welatiyên hatin cihê bûyerê bang li ambûlansê kirin, lê belê baregeha leşkerî dema dît ambûlans tê bi hinceta ewlekariyê nehişt ku ambûlans biçe cihê bûyerê. Li ser vê yekê welatiyan xwestin bi derfetên xwe xwe bigihînin devera ku ambûlans lê ye. Lê belê ji ber ku bi saetek, saet û nîvekê dûr bû, dereng man. Mixabin mudaxeleya pêwîst di dema xwe de li Sertîp Şen nehate kirin, lewma xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da."

Dede ragihand, li cihê ku Sertîp Şen lê hate kuştin, baregeha leşkerî ya Çîmenlî, baregeha leşkerî ya Çobanpinar û baregeha leşkerî ya Asteng Lîder Tepe yên tabûra Geverê lê bûn û got, "Herêm ji aliyê her sê baregehên leşkerî ve tên şopandin û cihê ku bûyer lê qewimî bi çavan jî tê dîtin. Şahidan gotin, Sertîp Şen bi fîşeka ji baregeha leşkerî ya Çîmenliyê ku 3 kîlometre dûr e hate berdan, jiyana xwe ji dest daye."

Dede destnîşan kir, ji bo cezakirina kujeran wê bûyerê bişopînin.