Kujer tên parastin: Kamera li kalekolê nîne!

Rayedarên ku kujerên 5 kesên li Licê bi wesayita zirxî hatin kuştin diparêzin, niha jî dest bi derewa 'li kalekolê kamera nîne' kirin.

Li navçeya Licê ya Amedê, di nava meha dawî de wesayitên zirxî pê li 8 sivîlan kirin û ew qetil kirin. Li navenda navçeyê, roja 14'ê Hezîranê li cihê ku li trafîkê girtî bû, Pakîze Hazar (85) ji aliyê wesayita zirxî ve hate kuştin. Li ser rêya Licê-Çewligê jî, roja 18'ê Hezîranê mîdîbusa ku plîsên tîmên taybet tê de bûn li mînîbuseke rêwiyan qelibî û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn. 5 kesên ji heman malbatê, ku ji bo sersaxiya her du welatiyên jiyana xwe ji dest dan çûn gundê Derxûsê, roja 20'ê Hezîranê li Deşta Fîsê ji aliyê wesayita zirxî ve hatin kuştin. Ji ber ku wesayita zirxî li wesayita sivîlan qebilî welatiyên bi navê Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynel Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku bûn sedema mirina wan, nehatin binçavkirin. Bi lêkolîneke pûç, bûyer hate nixumandin. Di dema Rewşa Awarte de 25 sivîl ji aliyê polîs û leşkeran ve di bi navê 'qeza'yê de hatin kuştin. Lê ti ji van leşker û polîsan nehatin girtin. Her çend hate gotin ku wê lêpirsîn bê destpêkirin jî, mîna kiryarên beriya xwe, yên di nava mehekê de 8 kes kuştin, xuya ye wê dernekevin pêşberî dadgeriyê.

QAŞO KAMERA XERABE YE

Di bûyera dawî de ku 5 kes bi wesayita zirxî hatin kuştin, 2 xal, kek û dayika Ferît Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Demîrbaş diyar kir, wan serî li polîsan dane û xwestine, dîmenê kamera kalekola li nêzî herêma 'qeza' lê çêbûye. Demîrbaş anî ziman, di serlêdanê de ji wan re hatiye gotin ku dîmenê kameraya wesayita zirxî û kalekolê ku 24 saetan kamerayên wan vekirî ne, nîne. Demîrbaş diyar kir, wan cejn bi pêşwazîkirina serdanên sersaxiyê derbas kirine û hê jî di şoqa bûyerê de ne. Demîrbaş li mala xwe ya li navçeya Rezanê ji me re axivî û di destpêka axaftina xwe de gilî û gazin ji sîstema ku cejn li wan herimandiye kir. Demîrbaş got, hê jî kiryar nehatine darizandin, nehatine eşkerekirin û nerazîbûn nîşanî dewletê da ku mîna henekê xwe bi wan bike, tevdigere.

PIŞTÎ KONTROLA NASNAMEYÊ DAYE DÛ WAN

Demîrbaş diyar kir, ya rû daye qeza nîne lê komkujî ye û wiha dewam kir: "Dayika min, kek û xalên min, ji serxweşiya 2 sivîlên 2 roj berê bi wesayita servîsê ya polîsan hatibûn kuştin, vedigeriyan. 10 deqe beriya qezayê, nasnameya wan ahtine kontrolkirin û bi qasî nîv saetê hatine sekinandin. Piştre dîsa bi rê ketine û wesayita zirxî daye dû wan. Û ev bûyera kuştinê bi navê 'qezayê' kirine."

'WESAYIT BI LEZ BÛ'

Demîrbaş ragihand, der barê rewşa ku li cihê bûyerê dîtine wiha axivî "Min bi çavên xwe dît, ku wesayita zirxî bi lez bû, şopên frena wesayitê li erdê bû û gelekî bi lez ajotiye. Dema ku em piştî qezayê çûn cihê bûyerê, cenazeyên me ji wesayitê derxistibûn. Em di şoqa bûyerê de bûn. Me nerazîbûn nîşan dan, ji ber ku me nexwest cenazeyên me li wir bimîne, yekser me rakir û em ji cihê bûyerê çûn."

Ferît Demîrbaş diyar kir, ji bo alîkariya hiqûqî wan serî li Baro û Komeleyê Mafên Mirovan (ÎHD) dane û got, dema şîna wan qediya ew ê hê bêhtir bi ser bûyerê ve biçin û giliyê berpirsyaran bikin.

'HEWL DIDIN BÛYERÊ BINIXUMÎNIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku ji sedî sed, yên di wesayita zirxî de bûn bi qisûr in û got, "Bi wesayita zirxî, bi lez ji jorê berjêr dibin. Em bi vî rengî leza wê dibînin. Ji jorê heta jêrê em şopên trenê dibînin. Dema ku cara ewilî em çûn wê derê, dozger jî hat. Ji ber ku polîs sûcdar in, me nerazîbûn nîşan dan, lêwan jî hewl didan binixumînin. Vê yekê jî nîşan da ku ew sûcdar in. Me nerazîbûn nîşanî walî dan ku hate sersaxiyê. Got ku ji bo lêpirsîna bûyerê 2 mufettîş hatine wezîfedarkirin. Lê belê hê tiştek ji me re negotine. Çi guherî, çi gav hatin avêtin; hê li me negeriyane. Rayedarên dewletê sersaxiyek jî li me nekirin. Em ji wan naxwazin ku sersaxiyê bixwazin, lê qewt nebe dikarîbûn bêjin ku wê berpirsyar tavilê werin girtin."

DÎMENÊN KAMERA TÊN VEŞARTIN

Demîrbaş da zanîn, ku ji bo girtina dîmenê kameraya wesayita zirxî wan serlêdan kirine û got, "Li hemû wesayitên zirxî yên li çar aliyên Amedê digerin kamera hene. Lê çawa çêdibe, ku ji me re gotin di vê wesayita zirxî kamera nîne. Em ji vê bawer nakin. Dixwazin bûyerê binixumînin. Ji bilî vê, li jora cihê qeza lê bû, baregeke leşkerî heye ku kalekola jê re dibêjin, li wir e. Me dîmenên kameraya wê derê jî xwestin. Ji me re gotin kamera wê derê jî nîne. Leşker û polîs bi hev re hewl didin vî sûcî binixumînin. Bi gotina 'dîmen nîne' wê sûcê xwe binixumînin. Mîna sivîlên ku beriya niha li wan qelibîn û ew kuştin, hewl didin vê bûyerê jî binixumînin. Her kes dizane ku di wesayitên zirxî û kalekolan de kamera hene. Heta ku em dîmenên van kamerayan peyda bikin û berpirsyaran eşkere bikin, em ê dev ji vê bûyerê bernedin."