Kontrola tenduristiyê ya Guven hîn nehatiye kirin

Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 83 roj in di greva birçîbûnê de ye wan heyetek tenduristiyê ava kirine, lê kontrola wê ya tenduristiyê hîn nehatiye kirin.

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya li ser rewşa tenduristiyê ya Guven ji ANF'ê re axivî. Yerlîkaya bi bîr xist, hem TTB hem jî odeyên tabîban ên li herêmê, li ser grevênb irçîbûnê xwedî tecrûbeyên cidî ne û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji salên 1980'î û vir ve hatine kirin.

HEYETA TENDURISTIYÊ HATE AVAKIRIN

Dr. Yerlîkaya diyar kir, piştî ku Guven di roja 79'an a greva birçîbûnê de hate berdan, parêzerên wê serî li oedeya wan tabîban dan û got, "Di serlêdanê de ji me re ragihandin ku Guven dixwaze greva birçîbûnê li mala xwe bidomîne. Parêzeran xwestin ku hem ji bo şopandina bandora çalakiyê li bedena wê, hem jî nirxandina pêvajoya ji niha û pê ve TTB heyetekê ava bike. Me jî heyetek ji pisporên odeyê ava kir."

Dr. Yerlîkaya anî ziman, wan li mala Leyla Guven serdana wê kirin û got, "Birêz Leyla Guven ji hal ketiye û ji ber vê yekê jî neçar ma ku daxwaza me ya kontrola tenduristiyê taloq bike. Dema ku me dest bi kontrol kir, em ê hin testên laboratûwarê bikin û wê demê agahiyên berfireh bidin. Bandorên giran û hilweşîner ên greva birçîbûnê hene. Bandorê li tevahiya bedenê dike, lê bi taybetî bandoreke hilweşîne li sîstema xweparastina beden dike. Lewma jî metirsiya enfeksiyonê zêde dibe. Enfeksiyon jî dikare rê li ber encamên giran veke. Çi li girtîgehê çi jî li derve dema ku hevdîtin pê re hate kirin, divê ev mijar li ber çavan bê girtin. Ji ber ku li enfeksiyonê vekiriye, divê zêde serdana wê neyê kirin. Bêguman bendewarî û hêviya me ew e ku grevên birçîbûnê tavilê bigihêjin encamê."

MUDAXELE BI DESTÛRA WÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Dr. Yerlîkaya diyar kir, çalakger ne li ser hişê xwe jî be mudaxleya tibî bi destûra çalakger ve girêdayî ye û got, "Mixabin salên bihurî dema ku grevên birçîbûnê qediyan, ji ber mudaxeleya bi zorê, bû sedema rûdana nexweşiyên mayinde."

Dr. Yerlîkaya anî ziman, hem di malpera xwe ya înternetê ya TTB û Odeya Tabîban a Amedê de, hem jî di nameyên xwe de yên ji bo rêveberiyên girtîgehan şandî, wan li ser mijarê agahiyên berfireh dane.

WÊ CAREKE DIN SERLÊDAN BÊ KIRIN

Dr. Yerlîkaya da xuyakirin ku ji bo şopandina rewşa çalakgerên greva birçîbûnê wan serî li rayedaran dabûn, lê belê serlêdana wan nehatibû qebûlkirin. Yerlîkaya got, "Hem ji bo fikarên civakê ji holê rakin, hem jî rewşa tenduristiyê ya çalakgeran bişopînin me serlêdan kiribûn. Serlêdana me nehate qebûlkirin. Em ê careke din serlêdanê bikin... Em, hekîm bi pîrozmendiya mafê jiyanê bawer in. Tevî ku me çalakiyên greva birçîbûnê nepejirandine jî, me ev çalakî heta niha şopandine. Ji bo zerar li tenduristiya çalakgeran neyê, em li gorî pîvanên exlaqî yên hekîmiyê tevdigerin."