Kongreya PADÊ’ê bi hilbijartinê bi dawî bû

Kongreya PAD’ê ya ku li Şengalê destpêkiribû, bi axaftinan dewam dike.

1’emîn Kongira Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ), bi axeftin û pêşniyaran dewam dike

Di kongeyê de peyamên YBŞ,Wargeha Newroz,Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê Hevseroka Mecilsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Rîham Hico ve hatin xwendin.

Piştî peyam hatin xwendin, derbasî hilbijartinê bû. 48 kes ketin dengdanê û ji van 29 kes weke enamên meclisa PADÊ hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinê Şandaya ku ji Bexdadê hatî spasiyên xwe pêşkêşî kongirê û kesên ku di kongreyê de amada bûn, kir. Wê sibe danê êvarê bi civînekê Hevsrok û alîgir werin eşkerekirin.