Kongreya damezrandinê ya PADÊ dest pê kir

1. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), bi dirûşma "Azadî, demokrasî û aştî" li Şengalê dest pê kir.

Kongre bi beşdariya 150 delegeyên ji tevahiya Şengalê pêk tê. Heyetek ji Bexdayê jî ji bo şopandina kongreyê tevlî bû.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Rêxistina civaka Êzidî bingeha jiyana azad û demokrasiyê ye", "Şehîd nirxê jiyana azad e", "Ez canê xwe dişewitînim, ola xwe naguherînim" hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên şehîdan û ala PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin daliqandin.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Husên Hecî di destpêka kongreyê de axivî.

Kongre bi axaftin û peyamên saziyan dewam dike.