Kongreya Îslama Demokratîk Mam Celal bi bîr anî

Kongreya Îslama Demokratîk, bi wesîleya wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî peyamek weşand û got, "Bersiva herî di cih de em bidin Mam Celal, avakirina yekîtiya gelê Kurd e."

Kongreya Îslama Demokratîk, ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin, "Yek ji pêşengên gelê Kurdistanê Mam Celal Talabanî jiyana xwe ji dest da. Wî emrê xwe ji bo gelê Kurdistanê feda kir û em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em ti carî keda wî ya ji bo berjewendiya gelê Kurd û yekîtiya neteweyî ji bîr nakin. Bersiva herî di cih de em ê bidin Mam Celal avakirina yekîtiya gelê Kurd e û xurtkirina têkoşîna li hemberî Yezîdên hemdem e."

Di dawiya peyamê de hat gotin, "Êşa me mezin e. Bi vê wesîleyê em dibêjin bila serê gelê Kurdistanê sax be û Xwedê sebrê bide malbata wî. Heta ku gelê Kurd hebe wê her tim Mam Celal bi bîr bîne û ti carî ji bîr neke. Bila rehma Xwedê li ser Mam Celal be."