KONGRA-GEL: Erdogan ji dengê aştiyê tirsiya; li Enqerê komkujî pêk anî

KONGRA-GEL got, ‘’Eniya şer a ku Erdogan temsîla wê dike, li şûna şer herî pir ji xurtbûna dengê aştîxwazan ditirse. Sedema komkujiya bi xwînxwarî ya li Ulus Enqerê ya 10’ê Cotmehê ev e.’’

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL îro derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê daxuyaniyeke nivîskî da.

‘JI DENGÊ AŞTIYÊ DITIRSIN’

Daxuyaniya nivîskî wiha ye:

‘’Em li ber bîranîna wan kesên ku 10’ê Cotmeha 2015’an li ber Gara Ulusê ya Enqerê dema ku mîtînga aştiyê dikirin ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve bi xwînxwarî hatine kuştin, bi hurmetdarî bejna xwe ditewînin. Ew bîr û siberoja têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya gelên Kurdistanê û Tirkiyê temsîl dikin. Em careke dî sond dixwin ku dilsozê bîranîn û armancên wan bin.

Pêvajoya ku di navber 3’yê Çile ya 2013’an û 5’ê Nîsana 2015’an de ji hêla Rêber Apo ve li Îmraliyê dihate birêvebirin li Kurdistanê, Tirkiyê û li Rojhilata Navîn rê li ber gelek geşedanên girîng vekir. Ev pêvajo pêvajoyeke wiha ye ku hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê û Tirkiyê bi wateya herî berfireh hatin cem hev û rêxistinî bûn. HDK û HDP bûne gavên vê yên pêşî.

Encamên berbiçav ên vê pêvajoyê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de diyar bûn. HDP li 81 bajarî destekeke girîng da pey xwe û heramiyên AKP’ê ji desthilatdariyê xist. Encama ku ji hilbijartinê derketî holê, hêzên tarî yên ku dewlet di dest wan de bû tirsand. Dewleta kûr a ku qurf pê ketî, ji bo pêşî li gelên demokrasî û azadîxwazan bigire 24’ê Tîrmeha 2015’an biryara şerê giştî stand.

Vîna aştî û demokrasiyê ya hevpar a gelan ku hilbijartina 7’ê Hezîranê li Kurdistanê û Tirkiyê derxistî holê, ji bo ku li dijî şerê giştî yê ku dewleta AKP’ê bi rê ve dibir ‘na’ were gotin 10’ê Cotmehê li Enqere Ulusê mîtînga aştiyê daye çêkirin. Lê bi çeteyên ku ji hêla MÎT’ê ve hatin rêxistin û rêvebirin, bi komkujiya ku li dijî gel pêk anîn, mesaja ku dihate xwestin di mîtînga aştiyê de were dayin, hate astengkirin.

Bi fermana Tayyîp Erdogan ku temsîla siyasî ya ‘Gladyoya Tirk’ dike, ku jê re dewleta kûr dibêjin, 107 welatiyên ku ne şer lê aştî dixwestin hatin kuştin, ji 500’î zêdetir welatiyên me jî hatin kuştin. Eniya şer a ku Erdogan temsîla wê dike, li şûna şer herî pir ji xurtbûna dengê aştîxwazan ditirse. Sedema komkujiya bi xwînxwarî ya li Ulus Enqerê ya 10’ê Cotmehê ev e.

Ji vir dihate fêhmkirin ku ev êrîş rasterast ji hêla dewletê ve hatiye organîzekiri; polîsên ku beriya ambûlsanê û ekîbên tendirustiyê hatin qadê, êrîş birin ser gel ê ku alîkarî bi birîndaran re dikirin, mudahaleya polîsan û gaza ku avêtin, bû sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin.

 ‘EM Ê QEWÎTIYA WAN BI CIH BÎNIN’

Derbarê Komkujiya Enqerêya 10’ê Cotmehê ji dadgehê wê tiştek derneyê. Derbarê peywirdarên ku peywira xwe di ser guh re re avêtine wê tiştek neyê kirin. Daraza pergala faşîst ku Erdogan temsîla wê dike wê doza têkildarî vê mijarê bincil bike.

Divê Erdogan û derdora wî ya sûc zanibin ku her çi jî bikin wê ti caran bi ser nekevin. Wê ti caran nikaribin têkoşîna azadî û demokrasiyê bigirin, ku hêzên şoreşger ên Kurdistanê û Tirkiyê bi hev re bi rê ve dibirin. Erdogan û hevkarên wan ên sûc wê nikaribin xwe ji xilas bikin ku hesabê dadmendiyê bidine gelên me.

Li dijî faşîzma Erdogan a ku şer û komkujiyan li gelê me ferz dike, geşkirina têkoşînê qewîtiya şehîdên me yên 10’ê Cotmeha 2015’an e ku li me kirine. Êrîşa faşîzmê ne ji ber xurtbûna wê ye, berevajî, ji ber qelsbûna wê ye. Niha dema wê ye ku faşîzm were têkbirin.

Em bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên Kurdistanê û Tirkiyê dikin, pêvajoya ku em tê de ne ji bo têkbirina faşîzmê ew pêvajoya geşkirina têkoşîna hevpar e. Li ser vê zemînê em bang li her kesî dikin ku bi rola xwe ya dîrokî rabin.’’