KON-MED: Cejna Remezanê li alema Îslama Demokratîk pîroz be

KON-MED'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Remezanê li tevahiya Cîhana Îslama Demokratîk pîroz kir.

Hevserokatiya KON-MED'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Remezanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Em wek KON-MED’ê Cejna Remezanê li gelê kurd bi taybetî li malbatên şehîdan û hemû alema Îslamê pîroz dikin û em hêvîdar in ku Cejna Remezanê ya sala 2023’yan bibe wesîleya edalet, aştî, aramî û yekîtiyê ji bo hemû alema Îslamê û bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn. Em hêvî dikin ku ev yek bibe wesîleya xurtkirina parvekirin, hevgirtin, dostanî û biratiya gelan û mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê.

Weke gelê Kurd em Cejna Remezanê bi êrîşên qirkirin û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst re pêşwazî dikin. Bi van êrîşên dagirkeriyê dixwazin gelê Kurd bi tevahî qir bikin. AKP-MHP’ê ku Bakurê Kurdistanê bi tevahî veguherandiye zindanê, bi dagirkirina Başûrê Kurdistan re dixwaze bi çekên kîmyewî gerîlayên Azadiyê tine bike. Bi êrîş û polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê yên bi armanca jiholêrakirina destkeftiyên Rojava û Şengalê di cejnên pîroz de careke din nîşan dide ku çiqasî li dijî Kurdan, li dijî mirovahiyê û li dijî olê ye.

Weke Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, divê em bi deng û çalakiyên xwe li dijî hemû polîtîkayên qirkirina Kurdan li ber xwe bidin. Divê em bibin deng û nefesa Gerîlaya Azadiya Kurd.

Di mehên ewil ên sala 2023’yan de me erdhejek mezin li Kurdistanê jiya. Bi sed hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan mirov ji Kurdistanê koçber bûn. Baweriya me bi tevahî heye ku xwedîderketina gelê me ya ji roja destpêkê ve ji bo dermankirina birînan nîşan daye wê her ku biçe mezin bibe. Em bi boneya Cejna Remezanê bangawaziya xwe nû dikin. Werin em bi hev re ruhê hevgirtin û xwedîderketinê bilind bikin. Em nehêlin ku gelê me muhtacê dewleta Tirk a faşîst a ku ev felaket veguherand komkujiyê."

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê jî bang kir û got, “Ji 27’ê Nîsanê û pê ve em bi dengên xwe hesab bipirsin, divê faşîzma AKP-MHP’ê di sindoqan de bê tekbirin.”