Komxebata Neteweya Demokratîk qediya

Dawî li komxebata Neteweya Demokratîk a li Şengalê hat. Di komxebatê de behsa giringiya pergala rêveberiya xweser hat kirin.

Komxebata bi sernavê ‘’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye’’ ku vê sibehê bi 450 mêvan û beşdaran re li Hola Azadiyê ya Şengalê dest pê kir, bi dawî bû.

Komxebat, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo danasîna fikira neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê, hat lidarxistin.

Pişt nîvro jî komxebat bi sernavê “Pirsgirêkên Iraqê û Çareseriya Pirsgirêkan Bi Rêya Neteweya Demokratîk” bi semîneran berdewam bû.

Semînera yêkem bi rojeva “Pergala Rêveberiya Xweser” ji aliyê Hevserokê PADÊ’yê Hisên Hecî ve hate dayîn. Hisên Hecî, destnîşan kir ku civak xwedî mafê xwe birêvebirin û parastinê ye û divê ev maf zêde neyê dîtin. Hisên Hecî, ji bo Şengalê behsa giringiya proje û pergala Rêveberiya Xweser kir û  pêşketinên li Şengalê çêbûne, bi bîr xistin.

Semînera duyem jî ji aliyê endama Rêveberiya TAJÊ’yê Sûham Dexîl ve hate dayîn. Di vî  beşî de jî danasîna neteweya demokratîk hate dayîn. Dexîl, bal kişand ser rastiya netewe dewletê, pirsgirêk û zextên desthilatdariyê li ser neteweyên kêmar û anî ziman ku projeya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di pêşeroja azadî, hevgirtin, piştgirî û pêkvejiyana civakan de şansekê dîrokî ye.

’JI BO CIVAKEKÎ AZAD Û DEMOKRATÎK NETEWEYA DEMOKRATÎK’

Dexîl wiha dewam kir:  “Em ji ku îro niqaşa pirsgirêkên jinan dikin, dibînin ku li Iraqê jî yên ji mafê xwe herî pir bêpar hatine hiştin, jin in. Serok Apo dibêje, jina azad civaka azad e, civaka azad jî neteweya demokratîk e. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji zû ve ye ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome. Armanc, hilweşandina pergalên faşîst û dîktator e. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê Rêber Apo ve bû rojev li bal me hemûyan bû rojev . Îro li Şengalê jî gelek neteweyên kêmar dijîn.  Sine, Şîe, Xirîstiyan û Êzidî jî di nav de hemû neteweyên kêmar dikarin bi hev re bi awayekê demokratîk û hevgirtî bijîn. Her netewe bêyî ku bi tenê li berjewendiyê xwe bifikire, divê bi hev re li pêşerojekê bifikirin û ava bikin. Pergala xweseriya demokratîk jî bi avakirina komunan ava dibe. Ji bo em bibin civakeke azad û demokratîk, divê em hemû neteweya demokratîk esas bigirin û ava bikin. Divê em bibînin ku civak çawa xwe bi xwe dikare xwe bi rê ve bibe û pêşerojeke azad, demokratîk ava bike.”

Piştî semînerê fikira mêvanan jî hat pirsîn. Mêvanan, dîtinên xwe gotin û hemûyan jî piştgiriya xwe ji bo pergala neteweya demokratîk anî ziman.

’RÊYA TEKANE, NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Ji aliyê Cihgirê Hevserokê Desteya Rêvebir a Xweser a Şengalê Azad Hisên ve pênaseya rêveberiya xweser hat kirin. Hisên got: “Sala 2014’an gava ferman li Êzidiyan hat kirin, ne hêza Iraqê û ne jî ya PDK’ê bi hewara gel ve rabûn, yên ku li ber sekinî û parastina vê civakê kir, şagirtên Rêber Apo bûn. Ji bo wê jî pêwistî hat dîtin ku rêveberiyeke xweser û hêzên parastinê bên avakirin. Me tu demîli dijî destûr û qanûnên Iraqê kar nekiriye. Rêveberiya xweser jî zerar nade Iraqê, wê bihêztir bike. Fikira Rêber Apo pir belav bûye. Bi taybetî ev projeya neteweya demokratîk ku Rêber Apo geşe bi pêş xistiye, bû sedem ku di asta dewletan de pirsgirêkên netewe-dewlet, civakan bê nîqaş kirin û nîşan da ku rêya tekane ya çareseriyê, pergala neteweya demokratîk e.’’ 

‘MAFÊ HER GELÎ YE KU XWE BI RÊ VE BIBE’

Şêx Azad jî li ser Destûra Bingehîn a Iraqê û deriyê vekirî bo pêkrejiyana neteweyên li İraqê dijîn yêk bi yêk gotin; “Dema DAÎŞ’ê êriş kir, em bê parastin bûn. Tu neteweyek nîn e ku bê parastin mabe, hemû xwedî parastinin. Mafê me jî heye em xwe biparêzin. Dewleta Iraqê, komareke demokratîk e, bi rêveberiya xwe jî bi bingeh û zemîna rêveberiya demokratîk jî xwe nîşan daye. Ev, zemînê xwe birêvebirinê dide gelan.  Di nav destûra Iraqê de li gor xala 116’emîn maf heye ku her civak xwe bi rê ve bibe. Di xaleke din de jî tê gotin ku mafê her neteweyê li Iraqê heye ku li gora kevneşopiya xwe bijî, îbadetên xwe pêk bîne. Li ser esasê ku em bikarin bi rêyên qanûnî bi destûrê re em mafên xwe û daxwazên xwe pêk bînin, me ji bo vê serlêdan û daxwaz kirine, lê belê heya îro jî li ser nehatiye sekinîn.”

Piştî semînerê mêvan jî beşdar bûn û piştgiriya xwe bo projeya xweseriya demokratîk anîn ser ziman.

 ‘BI KÊM KESAN EM XEBATEKE ZÊDE DIKIN ’

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Heso Brahîm jî behsa kar û xebatên Rêveberiya xweser û pergala meclisa gel û wiha got; “Gelê me yê Iraqî, Kakaî ji me dipirsiyan, gelo em çawa karê xwe bi rê ve dibin. Em dixwazin îro van xebatên meclisê bînin ser ziman. Bi 27 endamên meclisê re kar bi rê ve tê birin. Bi 27 endaman me 15 şaredarî ava kirin, paqijî û xizmetguzarî kirin. Îro 13 meclisên tax û bajarok ava bûne û xizmeta civaka xwe dikin, 11 meclis, yên Êzidiyan e, 2 jî yên Ereban e. Mirov dikare bibêje ku jiyana bi hev re ava dibe û bi pêş dikeve.

Şengal aram dibe û yên vegerin jî bila bizanin cihê herî aram, ewle, axa wan e. Bi yen vegeriyane re jî em heta dawiyê bûne alîkar. Dibistanan ava bikin da ku em bikarin bi zimanê zikmakî zarokên xwe perwerde bikin.

Bavê Şêx, peyamek dabû da ku xwişk û birayên me vegerin gel malbatên xwişk û birayên xwe. Ev peyam û daxwaz hêj berdewam in. Em heya dawiyê hêvî dikin û dixwazin ku veger bidome, em ê heya dawiyê bi civakê xwe re bibin piştevan. Kal û pîrên me digot, heger kurmê darê, ne ji darê be dar nakeve. Partiya demokrat, xelkê me li kapman dîl digire da ku di hilbijartinan de dengên wan bigirin.

Em vê qebûl nakin, rast nabînin. Em rêveberiya xweser îro li vir jî dibêjin, her kesek we, xwedî dil û wicdan, kî dibe bila bibe, ji neteweyê dibe bila bibe em bi yêk deng, bi yêk armancê bi kesên ku dijminahî û xirabiyê dikin re têbikoşin û jiyana azad a bi hev re pêk bînin.  Hemû xelkên li Iraqê dijîn, Iraqî ne, em bi hev re dikarin bi awayekê demokratîk bijîn û neteweya demokratîk pêk bînin. ‘’

Komxebat, bi eleqeyeke zêde heta bi êvarê dewam kir û bi nîşandan sînevîzyonekê li ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bû.