Komxebata Neteweya Demokratîk li Şengalê dest pê kir

Di Komxebata Neteweya Demokratîk a li Şengalê hat lidarxistin de peyamên avakirina yekîtiyê hatin dayîn.

Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye” de, komxebata ‘Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye’ dest pê kir.

Komxebat li Hola Azadî ya navenda Şengalê bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” dest pê kir. Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê lidarxistin û hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê, partiyên siyasî gelek mêvan beşdar bûne.

Meclîsên gel ên Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanan, PADÊ, rûspiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevlî komxebatê bûne.

Di destpêka komxebatê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo axivî û diyar kir ku derfeta nîqaşkirina çareseriya pirsgirêkan bi perspektîfa Netewa Demokratîk derketiye holê.

'DEM DEMA AVAKIRINA YEKÎTIYÊ YE'

Piştre çalakvana siyasî Bûlbûl Cêrrah çû ser dikê û hest û nêrînên xwe bo komxebatê parve kir. Bûlbûl Cêrah ku di nav şandeya ji Bexdayê ku dixwest tevlî komxebatê bibe û li bendên Umm Şebabît û Sawzê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatîbû astengkirin jî di serî de keyfxweşiya xwe bo beşdarbûna komxebatê anî ser ziman û wiha axivî, “Ez silav û heskirinên xwe ji Bexda heya vir bo we tînim. Em gelek keyfxweş in ku em li vir amade bûne, kom bûne. Li ser vê axê me her tiştî hembêz kir, pevçûn, şer, qirkirin dît. Gelên vê axê rastî her tiştî hatine, birînên kûr girtine û nekarîne derbas bikin. Dayîkan bi devkî van tiştan heya îro anîne.” Cêrah piştgiriya xwe bo sîstema netewa demokratîk li Şengalê anî ziman.

Ji Herêma Kurdistanê Mamoste Kusrarî jî got ew silavên gelên li herêma Kurdistanê bo komxebatê û beşdarvanan tînin û girîngiya xweseriya Şengalê, naskirina statûya bo civaka Êzidî anî ser ziman.

Li ser navê PADÊ Şêx Azad jî nêrîn da û bal kişand ser têkoşîn û daxwaza civaka Şengalê bo pêşerojek xwedî statû û wiha got; “Wek gel me her li ber xwe da ji bo mafên xwe. Niha jî dem hatiye ku em yekîtiya xwe ava bikin, di nava hêzên Iraqê de bi awayekî demokratîk bijîn. Em wekheviyê ji têvahî gelan re dixwazin.”

JI EŞÎRÊN EREB PIŞTGIRÎ

Li ser navê eşîrên ereban Ebu Sedir jî kêfxweşiya xwe bo beşdarbûna komxebatê anî ziman. Sedîr jî wiha got; “Em bi xêr hatina mêvanên xwe yên Bexdayê dikin. Her tim ji bo gelê vê herêmê xwe parastin xalekî girîng bû. Ji ber her tim rastî êrîşan dihat. Hêzên derve yên hegemonîk qet dev ji êrîşên li ser herêmê bernedane. Ev nîzama heyî têrî vê civakê nedikir ji bo bikaribe xwe bi rê ve bibe her tim jî siyaseteke taybet li ser vê civakê dihat meşandin. Ji bo vê yekê jî netewa demokratîk û di heman demê de jî xwe parastin bû xalekî sereke ji bo van gelan, çi Kurd bin, çi Ereb, çi Êzidî. Pêwîst e êdî dewlet siyaseta xwe ya heyî biguhere û li ser esasê netewa demokratîk ava bike kar bike. Eger miletekê jiyan xwest wê her qeder jê re bibe bersiv.”

Tê payîn ku komxebata li Şengalê îro heta saetên êvarê dewam bike.