Komploya sed salî - I 

Destpêkirina raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd a 15'ê Sibata 1925'an ku bi provokasyonekê bêyî amadekariya wê biqede pêk hat, destpêka komplo, xiyanet û qirkirina li ser gelê Kurd e.

15'ê Sibatê ku roja radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployekê ye, di heman demê de roja destpêk araperîna Şêx Seîd e ku yek ji rêberÂen Kurdan e. 15'ê Sibata 1925'an destpêka komploya li ser gelê Kurd e.

Di sedsala 16'an de Kurdistan veguherî yek ji wan erdnîgariyan ku hêzên herêmê li ser lîstin. Hem ji ber rewşa xwe ya stratejîk hem jî ji ber dewlemendiyên xwe yên ser û bin erdê êrişên li ser Kurdistanê zêde bûn. Bi êrişan re Kurdistan hêdî hêdî ji aliyê hêzên serdest ve hate parçekirin. Destpêkê di sala 1639'an de bi Peymana Qesrî Şîrîn a navbera dewletên Îran Safawî-Osmanî de Kurdistan bû du parçe. Di sedsala 19'an de jî dewleta Osmanî hilweşiya û li Kurdistanê asteke cudatir dest pê kir. Bingeha destpêkirina tevgerên neteweyî hatin afirandin û bi êrişên hêzên emperyalîst re piştî ku Osmanî li dû Şerê Cîhanê yê 1'emîn ji hev belav bû Kurdistan kirin çar parçe.

KURD BÊ STATU HATIN HIŞTIN

Sîstema nû ya ku li şûna Osmanî ava bû cih neda Kurdan. Hêzên navneteweyî statuya Kurdan nas nekirin. Halbûkî tevgera ku bi serkêşiya Mûstafa Kemal dest pê kir, di perspektîfa xwe ya destûra bingehîn a sala 1921'ê de bi Qanûna Reforma Kurd a 10'ê Adara 1922'an tifaqa bi Kurdan re xurt kir. Protokola Amasyayê, kongreyên Erzîrom û Sêwasê, pêkhateya destpêkê ya Meclîsê ev tifaq bi rengekî eşkere raxist pêş çavan. Lê belê di sala 1923'an de bi îmzekirina Peymana Lozanê û ragihandina Komarê re qonaxeke nû dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, "Lihevnekirina li ser Mûsil-Kerkûkê ya bi Îngilizan re, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bi dawî bikin. Peymana Enqereyê ya bi Fransiyan re hate çêkirin, her çend bi tawîzdayîna ji Mîsakî Mîlî li dijî Kurdan (her wiha Tirkmenên li Sûriyeyê) bi encam bû jî negihîşt asta felaketê. Beşeke biçûk a Kurdistanê radestî Fransayê hate kirin."

DESTPÊKIRINA KOMPLOYÊ

Kurdistan a ku di sala 1639'an de kirin du parçe, bi avakirina Iraqê re ku berhemeke Şerê Cîhanê yê 1'emîn e, careke din hate parçekirin. Vê rewşê di nava Kurdan de rê li ber hêrseke mezin vekir. Peymana Sykes-Pîcot ku Îngiliz û Fransiyan bi rengekî veşartî çê kirin û di tarîtiyê de ma, bû destpêka qirkirina Kurdan. Dînamît xistin binê lihevkirina Kurd û Tirkan. Raperîna 1925'an a bi pêşengiya Şêx Seîd hate kirin jî ji bo nixumandina vê xiyaneta dîrokî hem hate provokekirin hem jî bêwate bi rengekî bêrehm bi giranî hate tepisandin. 1925 lewma ne tenê raperînek bû, di esasê xwe de destpêka komplo, xiyanet û qirkirinê ye.

ŞÊX SEÎD KÎ YE?

Şêx Seîd di sala 1865'an de li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bû. Kalkê Şêx Alî Septî di dawiya sedsala 18'an de ji gundê Septî yê nêzî Amedê koçî Palû dike. Şêx Alî Septî bi xwe Neqşîbendî ye. Yek ji 5 zarokên wî bavê Şêx Seîd Şêx Mehmûd e. Piştî wefata Septî Şêx Mehmûd diçe navçeya Xinûs a Erzîromê. Şêx Seîd li vê derê perwerdeya xwe ya olî biqedîne. Şêx Seîd piştî demeke kurt hem li herêmê hem jî li ser terîqata Neqşîbendî dibe xwedî bandor.

AZADÎ Û ŞÊX SEÎD

Daxwaza ji bo azadiya gelan ku piştî şoreşa Fransayê derkete holê, piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn bi mafê diyarkirina çarenûsa xwe yê neteweyan re di nava Kurda de jî liv û tevgerekê dest pê kir. Ji dawiya sedsala 19'an û pê ve neteweperestên Kurd gelek komele û rojname vekirin û dan pey reformên Kurdan. Van rêxistinbûnan xwestin li Komara Tirkiyeyê jî hebûna xwe bidomînin. Bi pêşengiya yek ji rewşenbîrên Kurd Xalid Begê Cibirî di sala 1923'an de Cemiyeta Azadî ava bû û ji bo alîgiran li dora xwe kom bike bi rûspiyên civaka li Kurdistanê re dest bi hevdîtinan kir. Yek ji van jî Şêx Seîd e. Piştî demeke kurt Xalid Begê Cibirî û hin rêveberên din ên cemiyetê hatin girtin û piştre rêveberiyeke nû ji cemiyetê re hate hilbijartin. Bi vî rengî Şêx Seîd dibe serokê cemiyetê. Ya rast Şêx Seîd û rûspiyên Kurdan ji vê yekê re ne amade bûn. Dewlet pê hesiya ku Kurd di nava liv û tevgerê de ne û kete nava hewldanan. Êdî dem kêm mabû. Kurdan diviyabû tavilê yekîtiya xwe pêk bianiya. Şêx Seîd û hevalên wî ji bo avakirina yekîtiyê bi rûspiyên eşîran re dest bi hevdîtinan kir.

PROVOKASYONA DEWLETÊ

Şêx Seîd serdana Licê û Hênê dike. Hewl dide rûspiyên eşîrên li wê derê îqna bike. Di 5'ê Sibata 1925'an de Şêx Seîd ji Hênê derdikeve û li Pîranê dibe mêvanê birayê xwe Abdûrrahîm. Dema ku Şêx Seîd li mala birayê xwe bû, serpelek tevî 15 jendermeyan tê û dibêje der barê hin kesên li malê biryara girtinê heye û dixwaze wan bigire. Şêx Seîd ji serpel re dibêje ku tişta dikin ne rast e û piştî ku ew çûn, kesên ku dixwazin dikarin bigirin. Piştî leşker israr dikin Şêx Seîd dibêje, 'ewqas mirov kom bûne, eger bûyerek derkeve hûn nikarin pêşî lê bigirin, em biçin piştre kîjan li malê be hûn dikarin bigirin. Naxwe wê ji bo me jî ji bo hikumetê jî bibe felaket'. Ji ber ku leşkeran ya xwe ferz kirin, di navbera koma qelebalix û leşkeran de şer derket. Du ji leşkeran hatin kuştin û yên din jî dîl hatin girtin. Li ser vê yekê Şêx Seîd diçe cem serpel û jê dipirse ku çima bi vî rengî kir. Serpel jî dibêje, 'Me wezîfeya xwe kir. Armanc ew bû ku li vir teqînek rû bide, we serî li ber dewletê rakirin, we li me dan'. Ev bersiva serpel armanca wê yekîneya leşkerî jî raxist pêş çavan. Provokasyon gihîştibû armanca xwe. Leşkeran li ser vê yekê agahî dan Enqereyê û ragihandin ku Kurdan serî hildane. Li aliyê din Şêx Seîd zanîbûn ku ew ji vê rewşê re hîn ne amade ne. Lewma 15'ê Sibata 1925'an weke 'Raperîna Şêx Seîd' bê bîranîn jî di encama komployekê de dest pê kiribû.

TASFIYEYA GIRAN Û BI XWÎN

Kurd kiribûn hedef, ji bo raperînê hatibûn provokekirin û di encamê de jî bi rêbazên qirkirinê Kurd ji sîstemê hatibûn tasfiyekirin û tine hatibûn hesibandin. Ev komploya ku li Enqereyê hate amadekirin, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wiha tê vegotin: "Çar generalên ji tîma M. Kemal (tîma ji pênc generalên raperîner) bi dek û dolaban ji desthilatdariyê hatibûn dûrxistin. M. Kemal bi tenê hate hiştin, bi Kurdan re rû bi rû hate hiştin (Ji tîma M. Kemal hevalê wî yê herî nêz Fethî Okyar ji ber ku got 'ez destê xwe tevlî komkujiya Kurdan nakim' neçar hate hiştin ku ji serokwezaretiyê îstifa bike), parçeyekî heman lîstikê derbasî Sûîqesta Îzmîrê kirin, bi vî rengî M. Kemal derbasî rewşa kesayetekî sembolîk kirin. Heman lîstik di tasfiyekirina hêzên Çep û Îslamî de jî hate lîstin. Di vir de du hêzên diyarker hene, Serokwezîr Îsmet Înonu û Serokê Fermandariya Giştî Fevzî Çakmak. Lê belê li pişt wan jî hegemonay Îngiliz û sermayeya di bin sîwana wê de hebûn ku rejîma nû diafirandin û dimeşandin."

Ocalan bi bîr dixîne ku li ser bingeha firsendên Şerê Cîhanê yê 1'emîn, Qirkirina Ermenan hate kirin, Rûm ên mayî jî hatin tasfiyekirn û got, "Di dema şer de û piştî şer, li gel hevalbendên Çep û Îslamî, bi tasfiyekirina Kurdan re ku hevalbendên stratejîk bûn, komplo di sala 1925'an de bi ser ket."

QIRKIRIN Û KOMKUJIYÊN PIŞTÎ SALA 1925'AN

Şêx Seîd ji ber xiyanetekê hate girtin. Demeke kurt piştî girtinê jî Şêx Seîd û 48 hevalên wî di 28'ê Hezîrana 1925'an de hatin îdamkirin. (Di 28'ê Hezîrana 1999'an de cezayê îdamê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn) Pêşengên Kurdan ên ku bi rengekî neamade neçar man serî hildin, piştî ku hatin îdamkirin dewleta Tirk li dijî bi deh hezaran Kurdan komkujî kir. Her wiha bi deh hezaran Kurd jî ji warê xwe hatin kirin û hatin sirgûnkirin.

Raperîna Şêx Seîd ku li Amed, Çewlik, Erzîrom û Bedlîsê bi bandor bû, bi dem û şert û mercên xwe yên destpêkirinê hem di avabûna komarê de hem jî li ser çarenûs û paşeroja Kurdan xwedî roleke girîng bû.

Beriya wê gelek raperînên Kurd bûn, mîna; Şêx Ûbeydûllah Nehrî (1880), Koçgirî (1919), Şêx Mehmûd Berzencî (1919-23) û Simko (1922), lê belê Raperîna Şêx Seîd ji bo Kurdan bû destpêka qirkirinê. Ocalan vê pêvajoyê bi hemû agahiyan vedibêje û encama wê jî wiha kurteber dike: "Siyaseta Îngiliz ku dixwaze li herêmê bi bandor be, lîstikên cûrbecûr dixe dewrê. Dema ku raperîn dest pê dike bi desthilatdariya Tirk re li hev dike. Parçebûna herî giran a li nava çarenûsa Kurdan û Kurdistanê pêk tîne. Iraq dibe para wan. Tirkiyeya Kemalîst di dema herî zehmet de nêzî xwe dike. Komarê bi ser Kurdan ve dibe û dixe nava rewşa herî metirsîdar a xitimandî. Yanî careke din bi kevirekî li du çivîkan dixe. Kurdan hevalbendê xwe yê herî stratejîk ê serdemên zehmet Kurd ji bîr kir, rûspiyên wan îdam kir, bi vî rengî jê hebû ku pirsgirêka dîrokî çareser kiriye. Bi rêbazên tepisandin û înkarê kete nava pirsgirêkeke girantir. Ne tenê Kurd, her wiha Tirk û Komar jî ketin nava vê xefikê."

QIRKIRINA KURDAN DEWAM DIKE

Ji komploya 15'ê Sibata 1925'an a li dijî Şêx Seîd hate kirin heta niha, bi komploya 18'ê Mijdara 1937'an a darvekirina Seyîd Riza bi komployekê û bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, pêkanînên komkujî û qirkirinê yên li dijî Kurdan dewam kirin.

Dewama wê di 13'ê Sibatê de ye...