Komplo li Keleha Kerkûkê bi tundî hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê bi sedan kesî ve li Kerkûkê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Bi sedan kes, li Keleha Kerkûkê li hev civiyan û piştre ber bi Bazara Hesarî ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Çalakger piştî ku gihîştin Bazara Hesarî ji nû ve li kelehê vegeriyan û li vir mîtîngek pêk anîn.

'OCALAN JI BO AZADIYA JINÊ ŞOREŞ PÊK ANÎ'

Çalakî ji aliyê Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê ve hate organîzekirin. Di destpêkê de bi navê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê Soma Ferhad axivî.

Soma Ferhad, komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û şehîdên ku pêşî li vê komployê girtin bi rêzdarî bi bîr anî.

Ferhad diyar kir, komploya ku beriya 19 salan hate kirin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî şoreşa gelê Kurd û azadiya jinê hate kirin û got, "Rêbertî ji bo azadiya jinê şoreşa ramanî, bîrdozî, neteweyî û demokratîk pêk anî. Bi vê şoreşê re hîmê kesayetekî azad û civakeke demokratîk hate danîn. Rêber Apo, li hemberî hemû hêzên komploger, ji bo azadiya jinan li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê hêz û vîneke mezin afirand. Ya ku dikeve ser milê me jinan ew e, ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bikin û di nava cîhan û civakeke azad de bijîn. Lewma, sala bê wê bibe sala azadiya Rêberê me. Ji bilî vê yekê jin wê li tiştekî din nefikire."

'RAKIRINA TECRÎDÊ TÊRÊ NAKE, DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN'

Bi navê Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê jî Hecî Nûreddîn axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Nûreddîn got, "Rakirina tecrîdê têrê nake. Ji bo tinekirina komploya ku ketiye sala 20'an, divê em Rêber Apo azad bikin."

'RÊBER APO, KOMPLOGER TÊK BIR'

Ji Platforma Demokrasiyê jî Zenda Xidir peyivî û got, "Tevî hemû hewldanan jî komplo û komploger bi ser neketin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya li zindanê, hêzên komploger têk bir."

Rêveberê Partiya Zehmetkêşanê Kurdistan Mamosta Sîlah jî daxwaza azadiya Ocalan kir. Sîlah anî ziman ku Ocalan ji bo yekîtî, îrade û azadiya Kurdan têkoşiya, lewma komplo lê hate kirin.

Ji beşdarên meşê oldar Mele Umîd destnîşan kir, ku ji bilî azadiya Ocalan ew ê tiştekî din qebûl nekin.

Bi navê Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê jî axaftin hate kirin û hat destnîşankirin, ku jiyaneke bêyî azadiya Ocalan li wan heram e.