Komîteya Zindanê:Divê çalakiyên takekesî bi dawî bibin

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê piştî du çalakiyên dawî yên fedayî yên li zindana daxuyaniyeke nû da û xwest ku dawî li çalakiyên takeksî were.

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê got, ''Li zindana Şakranê hevrêya me Yonca Akinci, li zindana Osmaniyê hevarêyê me Sîraç Yuksel bi çalakiyên fedayî şehîd bûne''.

BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE

Komîteyê got, ''Em hevrêyên Yonca AKinci û Sîraç Yuksel, ku li dijî tecrîa li ser Rêbertî bi rihekî fedayî çalakî kirine bi hurmet bi bîr tînin, sersaxiyê didine malbatê û gelê Kurd.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin: ''Em soz didine hevrêyên xwe Yonca û Sîraç yên ku bi fedayî çalakî kirine, ku pêngava ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' serfiraz bikin. Berxwedana greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî li zindana bi tevlêbûna bi hezaran hevrêyê me berdewam dike û her ku diçe bi tevlêbûnên nû li hemû cîhanê berbelav dibe.''

DERB LI FAŞÎZMA AKP'Ê HATE XISTIN

Bi berdewamî Komîteya Zindanê got faşîzma AKP'ê ya 18 salî li bara têkoşîna siyasî û polîtîk a gelê Kurd têk çûye, 18 salan bi êrîşa li ser nirxên siyasî, polîtîk, maddî û manewî yê Kurdan hewl dane ku desthilata xwe bidomînin û ji bo vê bikin jî, di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li ser hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tecrîd hatiye girankirin lê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi berdêlên giran be jî serê xwe ji vê re netewnadiye, berevajî rûyê rastî yê AKP'ê şanî hemû gelên Tirkiyê û cîhanê daye.

Têkilî encamên hilbijartinê ya 31'ê Adarê jî hate gotin, derb li faşîzma AKP'ê hatî xistin, bi Kurdan bûye, tecrîda 20 salan a li ser Ocalan nekariya ku pêşî lê bigire ku perspektîfa neteweya demokratîk a bi pêşengiya Ocalan pêk were.

ŞEHADET BI WATE Û GIRÎNGIYEKE DÎROKÎ YE

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê hate bibîrxistin ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger li zindanan di roja 110'î de bi biryardarî didome, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê li bara daxwazên bi hezaran berxwedêrên greva birçîbûnê xwe kor dike û hatae gotin, ji rewşeke neyênî ya grevên birçîbûnê ku hatiye ber sînorê mirinê wê desthilata siyasî berpirs be.

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin, ''Herî dawî li zidanan bi hevrê Yonca û Sîraç, şehadeta şeş hevalên ku li dijî hişmendiya faşîst a vê desthilatê ya bi çalakiya fedayî xwedî wate û girîngiyeke dîrokî ye. Lê weke ku beriya niha jî hatî gotin, ji bo ku pêngava berxwedanê bigihije serkeftinê û serfiraziyê, li dijî êrîşa giştî ya faşîzmê, bi girîngiyeke jiyanî ye ku li ser xeta berxwedan û çalakiya giştî mirov raweste.

DIVÊ DAWÎ LI ÇALAKIYÊN TAKEKESÎ WERE

Grevên birçîbûnê yên ku ev 110 roj in didome û tevlêbûna bi hezaran hevrêyên me ya li nav vê berxwedanê, jixwe berxwedaniyeke fedaî û lehengî ye. Hemû hevalên li zindanan mirin anîne ber çavan û bedena xwe dane ber greva birçîbûnê. Ya ku wê bi desthilata faşîst bi paş ve gav bide avêtin û pêngava berxwedanê bigihîne serfiraziyê, li gel biryardarî û baweriya hevrêyên me, her wiha ddivê xeta çalakiyê ya giştî be. Ji bo vê jî divê dawî li çalakiyên takekesî were.

DIVÊ EM LI BERXWEDÊRêN ZINDANAN XWEDÎ DERKEVIN

Li hêla dî çalakiya fedayî ya hevrêyên me yên li zindanan divê weke qêrîneke li dijî bêdengiyê were xwendin. Di serî de dayik, jin û ciwan, hemû gelê Kurd, divê vîn û biryardariya ku di hilbijartinan de nîşan dane, bêyî ku zêdetir şehîd bibin, li berxwedêrên zindanan xwedî derkevin û nîşan bidin.  Êdî deynê ser stûyê me ye ku ji bo zarên xwe, hevrêyên xwe, xwîşk û birayên xwe ku di rastiya zindanê de, ji bo azadiya me li ber xwe didin em rabin ser piyan û ev berpirsyariyeke dîrokî ye.''