Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê: Her hunermend divê li ser xeta Hozan Sefkan be

"Di vê dema ku dijminê qirker û faşîst ku topyekun êrîşî gelê me dike, her hunermend bi ruhê berxwedêr ên Şehît Sefkanan, di xeta wan de li gel gelê xwe cihê xwe bigire û her berdêlî bide berçavên xwe û pêşengtiyê ji gelê xwe re bike."

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê Hozan Sefkan (Celal Ercan) di salvegera 36'an a şehadeta xwe de bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

'ŞEHÎD SEFKAN KESAYETEKÎ BIJARTE YÊ MILÎTAN Û ŞOREŞGER Ê PKK'Ê BÛ'

"Hozan Sefkan(Celal Ercan) bi jiyan û têkoşîna xwe ya şoreşgerî, bi xebat û berhemên xwe yên hunerî, di dîrokê de cihekî serketî girtiye. Li hemberî kesên ku bêbîrdoziyê, bêrêxistiniyê û hunereke ku ji cewherê xwe dûrketiye ferz dikin bersiva herî mezin sekin, rêbaza têkoşînê û jiyana Hozan Sefkan e. Rêber Apo got,'hunermend şervanê gelê xwe ye, şervan jî hunermendê gelê xwe ye'. Hozan Sefkan li gor vê heqîqetê tevgeriya û li devera pêwîst bû hunera xwe bi afirînerî pek anî û dema pêwîst bû ji bo gelê xwe şer kir, di şert û mercên herî dijwar de gerîlatî û şoreşgertî kir. Di vê rêyê de şehîd ket û tevlî karwanê nemiran bû. Ew hozanê gel bû, bi kesayeta xwe ya şoreşger û pêşeng bû xwedî jiyaneke ku ji bo azadiyê xwe feda kiriye. Şehît Sefkan bû kesayetekî bijarte yên mîlîtan û şoreşgerê PKK’ê.

'BI HUNERA XWE YA AFIRÎNER XIZMET JI GEL Û ŞOREŞÊ RE KIR'

Hozan Sefkan li Ewropayê û li Rojhilata Navîn wekî neferekî şoreşê kar kir. Di serî de bû kesayetekî partiya me û şoreşa azadiyê. Bi vê ve girêdayî hunera xwe bi ruhekî afirîner xist hizmeta gel û şoreşê. Bi Şehît Mizgîn re di damezirandina Hunerkomê de cih girt. Bû xwediyê gelek berhemên hunerî yên hêja. Bi strana 'Teman Köyü' karakterê dijmin ê qirker û êşên gelê me aniye ziman. Bi strana 'Ha Gerîla' îfade kiriye ku gerîla çawa bûye hêviya gel. Bi strana 'Çiyayê Kandîlê' herkes dawetî têkoşînê kiriye. Bi strana 'Oğlu Şehit' rastiya şehadetê, rûmet û gûrûra dilsoziya bi şehîdan aniye ziman û hestên welatparêziyê bi pêş xistiye. Bi strana 'Kürdün Gelini' berxwedana jina Kurd a ku tu carî teslîmî dijmin nabe, hîn wê demê aniye ziman. Bi strana 'Destar' çanda Kurdewarî anî ziman. Hozan Sefkan her tim jiyaneke komûnal û xebateke kolektif esas girt. Tu carî lêgerînê wî şexsî, ezezî, populîst û hwd. derneketin. Di 16'ê Nîsana 1985'an de li Heftanînê di kemîneke bêbext de bi 7 hevrêyên xwe re şehîd ket.

'ÊŞÊN GELÊ XWE BI HESTIYARIYA HUNERMENDÎ JI KÛR VE HÎS KIR'

Şehît Sefkan 1960’î li Dersîm-Çemîşgezek, li gundê Laleşoxê hatiye dinê. Bi êş û bîranînên qetlîama Dersîmê mezin bû. Dijminê qirker di zarokatiya xwe de nas kir. Li hember vî dijminê xwînxwar bi kîn û hêrs, bi hestên tolhildanê mezin bû. Êşên gelê xwe bi hestiyariya hunermendî ji kûr ve hîs kir. Bi gelê xwe yê bindest û mazlûm ve û bi welatê xwe re bi hezkirineke mezin hat girêdan. Ên ku Şehît Sefkan ber bi şoreşê ve bir ev hezkirina gel û welat bû û kîna li hember dijmin û tolhildan bû.

'HER HUNERMEND DIVÊ BI RUHÊ BEXWEDÊR Ê ŞEHÎD SEFKAN PÊŞENGIYÊ JI GELÊ XWE RE BIKE'

Şehît Sefkan û Şehît Mizgîn weke şehîdên pêşeng ên xeta tevgera me ya Çand û Huner hatine pejirandin. Bi jiyan, têkoşîn, kesayet û hunermendiya xwe hîn jî ji me re mînak in, pêşeng in. Her hunermendê welatparêz pêwîste van kesayetên pêşeng ji nêz ve nas bike, fêm bike û di jiyana xwe de mînak bigire. Di vê dema ku dijminê qirker û faşîst ku topyekun êrîşî gelê me dike, her hunermend bi ruhê berxwedêr ên Şehît Sefkanan, di xeta wan de li gel gelê xwe cihê xwe bigire û her berdêlî bide berçavên xwe û pêşengtiyê ji gelê xwe re bike. Derveyî vê gelo huner û hunermendî ma pêkan e? Bi sekneke wisa em karin bibin bersiva şehît Sefkanan û li mîrate û bîranînên wan xwedî derkevin.

Em hevrêyê xwe Şehît Sefkan di 36. Salvegera şehadeta wî de bi rêz û mînet bibîr tînin. Heta serketinê em soz didin ku em ê li hêviyên wan ên azadiyê xwedî derkevin."