Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: Hozan Sefkan pêşengê xebatên TEV-ÇAND’ê ye – HATE NÛKIRIN

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, Hozan Sefkan ê ku bi hişmendî û sekna hunermendiya xwe bûye bingeha felsefeya Şoreşa Azadiya Kurdistanê û ev yek bi xeta xwe veguherandiye manîfestoya jiyanê, di 39 alvegera şehadeta wî bi bîr anî.

Komîteya Çand û Hunerê ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Hozan Sefkan bi kesayeta xwe ya hunermendî û şoreşgerî bûye yek ji Têkoşîna Azadita Kurdistanê û di rêxistinkirina hunerê de pêşengî kiriye bi wesîleya salvegara 39’emîn şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî.

Komîteyê bi bîr xist ku 16’ê Nîsanê salvegera şehadeta Hozan Sefkan (Celal Ercan) e û ev daxuyanî weşand: “Hevrê Hozan Sefkan yek ji pêşengên Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku di her demê û li her derê peywira dîrokî ya ketiye ser milê xwe bi layiqeke mezin bi cih aniye. Hîn di destpêkê de cihê xwe di nava refên şoreşê de girt, hemû zehmetiyên şoreşê pêşwazî kir, tu carê nekete nav hewldanên jiyaneke rehet, ji bo bigihêje serkeftinê hemû bedelên wê xistibû çavên xwe û rêhevalekî çavreş, berxwedêr û berhemdar bû.

Wekî di hemû cerebeyên şoreşên civakî û neteweyî de di Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de jî ji bo ev têkoşîna bêhempa were belavkirin û zimanê guherîn û veguherîna civakê hewceyî bi xebatên çand û hunerê hebû. Dema ku şert û pêwîstiyên dîrokî di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de ji bo xebatên çand û hunerê xwe ferz dikir de hevrê Hozan Sefkan bi kesayeta xwe ya hunermendî û şoreşgerî li herî pêş bû. Hevrê Hozan Sefkan her çiqasî di çêkirina resîman li pêş bû jî li ser bingeha pêwîstiyên şoreşa me bi hemû aliyên çand û hunerê re eleqedar bû, ji bo rêxistinkirina vê qadê bû yek ji kesên yekemîn ên ku berpiryarî girt ser xwe û hemû hewceyiyên berpirsyariya dabû ser milên xwe bi cih anî û bû xwedî sekneke bi vî rengî. Di vê qadê de ji me re mîrateyeke dîrokî û mezin hişt. Xebatên ku hevrê Sefkan dabûn destpêkirin roj bi roj mezin bû û li çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên dinyayê veguherî xebatên li ber çavan û berheman. Ev sekn can û ruh da Şoreşa me ya Azadiya Kurdistanê.

SEKNA HUNERMENDÎ VEGUHERÎ MANÎFESTOYA JIYANÊ

Ev rewş bi zimanê wêjeya şoreşê re veguherî zimanê rastiyê. Melodiyên ji ziman ber bi dilan ve diherikî bû navê raperîn û serhildanê. Carna di quncikên zidanan de bû hêza berxwedêrên li hemberî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin, cih hat di kontarên çiyayan de bû kêfa gerîlayên li hemberî zilmê serî rakirine, car caran jî bû daxwaza dayikên me yên ku dilê wan ji bo zarokên tev li doza me bûne lê dide. Hevrê Sefkan di Şoreşa me ya Azadiya Kurdistanê de xebatên çand û hunerê li ser bingeha rêstinkirinê da destpêkirin. Hişmendiya hunerî û sekn hunermendî di roja me de bûye bingeha felsefeya hunerê û veguheriye xetekê û manîfestoya jiyanê.

ŞOPDARÊN ŞEHÎD SEFKAN AKADEMÎ AVA KIRIN

Em hişmendiya hunerê û sekna hunermendîiyê bi kesekî sînordar nakin, hevrê Sefkan bû pêşengê sembola felsefeya hunerî û feraseta me û sekna hunermendî. Bersiva herî watedar a ku em bidin vê ew e ku bi xebatên hînkirin û akademîkev felsefeya hunerî, feraseta wê û sekna hunermendî mayînde bikin û bikin civakbûyînî. Ji ber vê yekê em wekî şopdarên Şehîd Sefkan li lûtkeyên çiyayan me Akademiya Şehîd Sefkan ava kir. Akademiya Şehîd Sefkan; li cihekî ku modernîteya kapîtaîst û hêzên metinger nikaribin xwe bi hêsanî biguhîninê, di 16’ê Nîsana 1985’an de di rêya doza me ya mezin de camê xwe daniye holê û li mekanên gihaştiye mertebeya şehadetê, li lûtkeyên çiyayan e. Akademiya Çand û Hunerê bû bingeha bicihanîna armanc û sekna jiyanî ya rêheval Hozan Sefkan. Têkoşîn û sekna hunermendî ya hevrêr Sefkan bi rêya Akademiya Şehîd Sefkan di melodiyên Awazê Çiya de ye. Di fîlmên Sîne-Çiya, lîstikên Şanoya Çiya de jinûve bi can bû. Têkoşîn, sekn û hişmendiya çand û hunera şoreşgerî ya ji Delîl Dogsnan û Alî Dogan Yildirim hatiye wergiryin, bi rêheval Hozan Sefkan re Hozan Mizgîn, Alî Temel, Evdilmelik Şêxbekir, Çiya, Hozan Serhad, Halil Dag, Delîla, Argeş, Hogir, Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Dagistan û bi keda pîroz a bi dehan şehîdên me hat heta roja me, heta ku gihaşt me bû têkoşîna 50 salan. Tecrubeyên têkoşîna 50 salan dê 50 salên din rêya me ronî bike.

EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN BÊAMAN

Sala 2023 ku têkoşîna man û nemanê îfade dike, di vê salê de têkoşîna çand û hunera şoreşgerî ya ku me ji Hozan Sefkanan dewrgirtiye, ji niha şûnde jî ji bo bi kedeke mezintir temsîl bikin bi dilûcan û bi çoşeke şoreşgerî bidomînin. Em radigihînin ku di 39’emîn salvegera şehadeta hevrê Hozan Sefkan de jî bibin şopdarê bêeman a têkoşîna me dewrgirtiye.“