Komên li paş ên Kobanê: Vîn, bawerî û soza ku hatî dayîn...

Serfiraziya Kobanê bi hezaran çîrokan tije ye. Yek ji van çîrokan jî ya 'komên li paş e'' ku bi 'taktîkên gerîla' çalakî dikrin. Dilsoz Cûdî yê YPG'yî ku di wan koman de cih digirt ji ANF'ê re behsa çalakiyan, şêwaza tevgerên xwe kir.

Serfiraziya Kobanê bi hezaran çîrokên qehremaniyê tije ye ku hê nehatin nivîsîn. Yek ji wan çîrokan jî ya wan koman e dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî ser Kobanê bi 'taktîkên gerîla' li dijî DAÎŞ'ê çalakî li dar dixistin.

DAÎŞ'ê 15'ê Îlona 2014'an êrîş bi ser Kobanê de anî. Di şerê bajêr de komên biçûk ku weke ''komên li paş'' dihatin zanîn, yekîneyên mobîlîze, derbasî deverên ku DAÎŞ'ê bi dest xistiin dibûn, bi heman li wan deran bi taktîka 'lêxe-vekişe' ya gerîla di têkçûna DAÎŞ'ê de roleke girîng bicihanîn.

Dema ku ber bi gundê Kobanê ve diçûm li rojavayêbaşûr ê Başûr, Dilsoz dîrksiyon bi deverên kevirî re dişkand û li tiştinan digeriya, dema ku me pirs kir bê ka li çi digere got, ''Li pêlava heval Aras digerim''

Dilsoz û Aras..Dema ku şer derbasî nav bajêr bûyî du hevrê bûn ku ji Kobanê bi ser gundan de diçûn 'keşfê'..Û dilsoz yek bi yek bi behsa wan rojan dike:

''Ez û heval Aras cara pêşî li Kobanê me hev nas kir. Dema ku em bi rê ketin, hevalan peywira keşfê dane me. Me rahiştie hinek erzaq û çeka xwe û em ji Hêlincê derketin, piştî meşa şevekê em gihan vir.

Li vê derê piştî ku me erazî nas kir, me fêhm kir ku tenê keşf têrê nake û me biryar li ser çalakiyê da. Dema ku em çûne gundê Lihênê li gund me tangek dît lê kes li cem tangê nabû. Me got DAÎŞ'iyên ku tangê bi kar tînin, reviyane, an jî îmha bûne.

''Li ser tangê 36 gule û keleşek hebû. Ti nemabû ku Kobanê bikeve. Me xwest ku tangê bînin Kobanê. Lê me nizanîbû bixebitînin. Me xwe gihande hevalan da ku ajokarekî bişînin. Lê hevlan qebûl nekirin, xwestin ku em îmha bkin.

Nêzî 2 mehan Dilsoz û Aras çalakiyan dikin, qadê diguherin, ji Bakur destekê distînin û piştî rojên tije berxwedan Dijwar û Baran jî têne cem wan û dibine çar kes.

Dilsoz,dibêje, her ku hijmara wan zêde dibû,ü wan çalakiyên xwe zêdetir dikrin, bêhtir jî çalakiyên sabotajê dikirin, 2 mehan wan 8 çalakiyên kêrhatî kirine û 3 caran bi ser çeteyan de girtin û ketine şer, bi domdarî dibêje bi roj xwe vedişartin û bi şev jî derdiketin qadê. Bi ken dibêje, ''roj a wan bû, şev a me.''

Û diyar dike her ku çalakiyên wan zêde dibûn psîkolojiya çeteyan têk diçû, ji bilî wan komeke mîna yaw wan li rojava, yek li başûr û derdora Miştenûrê hebû û wan jî çalakîyên kêrhatî dikirin.

Dilsoz bi domdarî dibêje bi van çalakiyan êdî DAÎŞ bi şev nema dikarîbû tevbigere, ji bo ku bi şev ew tevnedigeriyan, bi ken dibêje 'ji me re jî kar nedima' û bi roj çalakî dikiri.

Dilsoz didome: ''Riha me dirêj bûbû, em bibûn mîna DAÎ'iyan. Rojekê em çûne gundekî, erebeyeke DAÎŞ'iyan hat. Jê daketin û gotin belkî em ji wan bûn. Yekî bang kir, ji min re got, ''ya şêx tahl'' (şêx were vir). Me ew êsîr girtin. Gotin wê wesayiteke dî jî were. Em li bendê man, di wê wesayitê de jî 4 çete hebûn, me ew jî hêsîr girtin.''

Dilsoz bi berdewamî dibêje 24'ê Mijdarê wan bihistîne ku pêngava paqijkirina Kobanê ya ji DAÎŞ'ê dest pê kiriye, ji bo vê bi rê ketine, li ser rê, ji ber ku milîsên berê jî xwestin ku werin, ji bo ku wan jî bistînin vegeriyane û dibêje, ''Dema ku em hatin gundê Taşlûxê, heval Aras got mayineke ku me berê danîbû neteqiyaye û xwestiye ku mayinê kontrolê bike. Em jî 10 metroyan jê dûr bûn. Bi termalê me derdor kontrol dikir, ji ber ku li gund tevgerek hebû.

Bi carekê re dengê teqînê hat û me got belkî çeteyan em dîtin û êrîş anîne. Piştre hevalê Baran qêriya û got, mayin ku heval Aras pê dilebikî teqiyaye..

Dilsoz wiha didome: ''Me tiştek nekir. Me cezayê heval Aras jî nedît. Em naxwazin ji wir biçin. Çawa dibe, em wiha dipirsin ji xwe. Tam dema vegereê, tam dema ku bi hevalan re me yê hev hembêz bikira û Kobanê azad bikira.

Em ji wir nikarin veqetin lê tevgera li gund zêde bû. Ez jî berpirsê komê bûn, min biryar da ku hevalan derxînim. Lê em serê 10 gavan li paş xwe dinerin. Çawa em ê heval Aras bihêlin û biçin..

Dema ku em diçine gundê Taşlûxê em diçine cihê ku Aras şehîd bûyî û Dilsoz bi çavên şil behsa wan rojan dike. Dema ku em nû diçine wir Dilsoz ê ku li pêlava Aras digeriya, li cihê teqînê jî li tiştine Aras digere. Piştre em diçine cihekî dî û li vir Dilsoz çend parçeyên kincên Aras dibîne..û bi pîroziyekê ji erdê radihije wan...

Dilsoz dibêje 'komên li paş ên ku ji çend kesan pêk hatin piştî 2 mehan bûne 125 kes û wiha çûne Kobanê, dibêje, li qadên azadbûyî yên Kobanê jî, peywir dane wî ku biçe gundê Qeremezrê û mayina deyne û bi ken dibêje: ''"Min ne ketina Kobanê dît, ne jî rizgar kirina wê''.

Dilsoz herî dawî li ser pirsa bê ka wan bawer dikir di azadkirina Kobanê bi roleke wiha de rabûne û bawer dikirin ku wê Kobanê were azadkirin dibêje, ''Dema ku em nû bi rê ketin me digot em rojekê jî bijîn û tekmîlek bida hevalan ji bo me serkeftinek Bû. Lê sozeke me hebû. Me yê Kobanê azad bikira. Me ji vîna xwe bawer dikir û soza me ji gel re hebû..''