Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn: Em dikarin bersiva Tirkiyê bidin

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Duhokê ragihand ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ne PKK ye, armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Duhokê Mela Sedîq ji ajansa Rojnewsê re axivî û bi rêya wê peyamek da Hikumeta Herêma Kurdistanê.

Mela Sedîq di hevpeyvîna xwe de, ya bi Rojnewsê re ragihandibû ku armanca êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ne PKK ye,  dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku eger hêza wan a bersivdayîna Tirkiyê nebe, bila herî kêm pêşiya gel negirin da bi xwe bersivê bidin.

Sedîq tekez kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ne PKK û ne tu hêzeke din e, lewma ji hemû hêz û aliyên siyasî xwest ku yekîtiya xwe ava bikin.

Mela Sedîq di destpêka axaftina xwe de dibêje ku wî di hemû qonaxan de  ku dema pêşmerge bûye  di şerê çiyayan de cih girtiye. Û armancê wan tenê azadiya gelê Kurd bûye, ne berjewendiyên takekesî yan jî hizbî. Her wiha dide zanîn ku niha jî bi heman coş û kelecana berê dikare pêşengê raya têkoşîna Kurdan be û li dijî siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekîne. Çi wexta ku pirsgirêka rewa ya Kurdan pêş dikeve, dijmin û bi taybetî dewleta Tirk êrîş dike û dijminnatiya wê dike.

Sedîq di vê baweriyê de ku eger gerîla nebûna wê dewleta Tirkiyê hincetekî din ji xwe re peyda bikira û dest bi dagirkirina Kurdistanê bikira. Ji ber wê ne pêwîste ku Hikumeta Herêma Kurdistanê PKK’ê tawanbar bike.

Sedîq di dawiya axaftina xwe de bang li Hikumeta Herêmê kir û ji wan xwest ku eger ew bi xwe nikare li dijî dewleta Tirkiyê rabe, bila pêşiya gel negire da ku ew bi xwe bertekê nîşan bidin. Ji ber ku helwest û bertekên Hewlêr û Bexdayê pir lewaz in.