Komalên Ciwan banga seferberiyê kir

Komalên Ciwan li hemberî gefa dagirkeriya Tirkan diyar kirin ku wan bi giyanê serhildana 6-8’ê Cotmehê seferberî dane destpêkirin.

Koordînasyona Komalên Ciwan got ku “Tişta di dawiyê de, em a niha dibêjin. Em tevgera ciwanên Kurdistanê, bi giyanê berxwedana 6-8’ê Cotmehê seferberiyê didin destpêkirin.”

NE LI BENDA TALÎMATAN BIN

Komalên Ciwan banga parastina ax û gelê Kurdistanê kir û got “Heke êrîşek li Rojavayê Kurdistanê were kirin, divê her der bibe qada serhildana 6-8’ê Cotmehê. Ciwan divê ne li benda ferman û talîmatan bin û divê bi lez serhildanan bide destpêkirin. Ciwanên Kurdistanê divê xwe bispêre tecrubeya salan û wisa tevbigere. Divê ciwanên Kurd li pêşengiya vî tiştî bikin û dest bi rêzeçalakiyan bikin. Bi van serhildanên xwe, em ê êrîşên faşîzmê hilweşînin.

Tişta ku dewleta Tirk û DAÎŞ’ê nekarî li Kobanê bike,  AKP û MHP dixwaze bike. Madem ku em agir in divê em vî agirî li her derê gur bikin. Ev agir wê faşîzmê hilweşîne û bike xwelî. Ji bo ciwanên Kurdistanê tekane daxuyanî, daxuyaniya Tevgera Azadiyê û yên saziyê wê ne.

Em bang li hemû ciwanan dikin. Divê her kes amade be. Ji Bakurê Kurdistanê heta Tirkiyeyê, ji Mexmûrê heta Rûsya, Ewropa û Şengalê divê ciwan dest bi seferberiyê bikin. Divê em ne li benda destpêkirina qadexe kin. Yên ku serhildanê bidin destpêkirin wê bibin pêşengên qadên din.

Em bang dikin ku, divê her kes berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û tevlî nav hêzên xweparastinê yên Rojava bibin. Bi vî awayî em li Kobanê bi ser ketin. Niha jî dema têkbirina dewleta Tirk e.

Em careke din dubare dikin, serfiraziya teqez wê bi seferberiya bênavber were bidestxistin.”