Kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin

Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Li qada bi navê ‘Nokan Kanî - Zerê’ li ser deşta ser bi bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hêzên ewlekariya Îranê gule li komeke kolberan reşand.

Li gorî agahiyên Kolber Newsê di encama wê êrîşê de kolberekî bi navê Mihemed Îbrahîmzade ku xelkê gundê Nebî Abid ya ser bi bajarokê Rebet e, her wiha xwedî çar zarokan e jî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê hate qetilkirin.

ku bi guleyên rasterast yên hêzên ewlekariya dewleta Îranê ve hate kuştin.