Kolberek bi êşkenceyê hate qetilkirin, lêpirsînê dest pê kir, lê kes nehate girtin!

Kolberek ji aliyê leşkerên Tirk ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir. Lê belê heta niha kes ji ber vê hovîtiyê nehatiye girtin.

Di sînorê Wan-Îranê re bi hezaran penaber bi hêsanî derbas dibin. Lê belê Kurdên ji Rojhilat û Bakur dema ku ji sînor derbas dibin ji aliyê leşkerên Îranê yan jî yên Tirk ve tên înfazkirin û ti ji wan nayên cezakirin.

Di nava 20 salên dawî de zêdeyî 300 kes li ser sînor hatin qetilkirin. Herî dawî Behnam Samadî (17), bavê 5 zarokan Hesen Keçelano (44) ên kolberî dikirin, 14'ê Nîsanê li bejahiya gundê Beydoganê yê navçeya Çaldiranê hatin girtin û ew birin qereqola leşkeran.

Êşkence û heqaret li herdu kolberên Kurd kirin. Leşkeran piştî ku êşkence li kolberan kir, ew avêtin ser sînor. Hesen Keçelano jiyana xwe ji dest da, Behnam Samadî bi birîndarî rizgar bû.

Behman Samadî piştî çend saetan xwe gihand gundê herî nêz, alîkarî ji gundiyan xwest. Samadî û gundî çûn cihê ku Keçelano lê jiyana xwe ji dest da. Li vê derê ji gundiyan û leşkerên Îranê re qala bûyerên bi serê wan ve hat, kir. Lê belê leşkerên Îranê gotin ku wê cenaze nebin. Piştî ku leşkerên Îranê cenaze radestî leşkerên Tirk kirin, cenaze birin morga Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. Dozgeriya Komarê ya Çaldiranê jî bi sûcdariya 'kuştina mirovan bi zanebûn' dest bi lêpirsînê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 3 leşkeran hate girtin.

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Rojhat Levent Ozgokçe li herêmê lêkolîn kir û bi gundiyan re axivî. Ozgokçe diyar kir ku wê rapora xwe ya li ser mijarê di dema herî nêz de bi raya giştî re parve bikin.