Koçer: Her ku Erdogan bin dikeve vedigere ser hesabên berê

Ji rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer got, Erdogan mîna bazirganekî malketî her ku bin dikeve vedigere ser hesabên xwe yên berê.

Endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer ji ajansa ANF’ê re axivî, got dewleta Tirkiyê dixwaze gelê Kurd tune bike û domand:”Piştî ku dewleta Tirkiyê herêma Efrînê dagir kir û gelê Efrînê ji herêmê derxist, hovîtî anî ser gelê Efrînê.''

Koçer diyar kir bi dagirkirina Efrînê re dewleta Tirk li Efrînê bi demografiya Efrînê dilîze, zimanê Tirkî dike zimanê sereke û ferz dike, gund û bajaran talan dike û diyar kir hedefa Tirkiyê qirkirina Kurdan e.

Koçer têkilî peymana Edeneyê jî ku di navbeyna Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de hatî rojevê jî got, ''bingehê vê peymanê li ser qirkirina Kurdan e û her wiha bi wê armancê ye ku neyê hiştin ku Kurd bibin xwedî statûyekê.''

Koçer dagirkeriya Tirk a li ser Bakurê Sûriyê bi bîr xist, got, dewleta Tirk peymana Edene pûç kiriye û binpêkiriye.

Koçer her wiha got Rûsya ji bo ku nehêle Tirkiye bi aliyê Emerîkayê de bişemite û ji bo ku Tirkiye vegerîne ser peymanen berê ev mijar aniye rojevê.

Koçer wiha domand: ''Peyman li dijî tevgera azadiyê û fikir û felsefeya Serokatiyê bû, ku dewleta Sûriyê hin endamên tevgera azadiya Kurdistanê radestî dewleta Tirkiyê kirin û her wiha Erdogan Beşar Esed digotin, ''em birayê hev in'' piştre vê peymanê aloziya li Sûriyê girantir kir.''

'PEYMAN 2011'AN PÛÇ BÛ'

Koçer bal kişande ser şerê navxwe yê Sûriyê, diyar kir peymana Edene pûç bûye û domand, ''Piştî 2011'an şoreşa Sûriyê dest pê kir, ev peyman rabû, ji ber ku dewleta Tirk eşkere kir ku piştgirî didin OSO û hêzên çekdar yên ku li dijî rejîma Sûriyê disekinin. Her wiha destek da Nusra û DAÎŞ'ê. Rola dewleta Tirk zelal bû ku hikûmeta Sûriyê hilweşîne.''

'ERDOGAN MÎNA BAZIRGANEKÎ MALKETÎ YE'

Koçer got, ''Erdogan mîna bazirganekî malketî ye, ku dema di bazirganiya xwe de bin dikeve vedigere bazirganiyên xwe yên berê, yanî ji bo ku gelê Kurd binpê bike çi ji destê wî tê dike û dixwaze hemû Rojava bixe bin destê xwe.''

Koçer diyar kir Erdogan dixwaze eşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser rake ser piyan, teqînan li bajaran organîze dike, teqîna li Minbicê bi bîr xist û diyar kir di teqînê de destê Tirkiyê heye.

'RÛSYA DIXWAZE TIRKIRYE SÛRIYÊ NAS BIKE'

Li ser nêzîkatiya Rûsyayê jî Koçer got, ''Rûsya dixwaze dewleta Tirk ber bi naskirina rejîma Sûriyê ve bibe, da ku rejîm li herêmê rewatiya xwe berbelav bike û di qada navnetewî de jî rewa bibe. Rûsya her tim dixwaze di navbeyna Tirkiyê û Sûriyê de têkiliyan çêbike.''

Koçer got heke Sûriye û Tirkiye li ser qirkirina Kurdan li hev bikin Sûriye wê parçe bibe, Birayê Misilman li Sûriyê wê xurt bibin.

Koçer diyar kir projeya Tirkiyê heye ku El Nusra weke Partiya Allah a Îranê bi nav bike û ev proje li ser Sûriyê bibe talokeyek û heke tê xwestin ku Sûriye parçe nabe divê pergala demokratîk aav bibe, rêveberiyên xweser nas bike.

'BIYA MIN OPERASYONA IDLIBÊ ADARÊ WÊ DEST PÊ BIKE'

Koçer rewşa Idlibê bi bîr xist ku û got: ”Ez texmîn dikin ku operasyona Idlibê miha Adarê wê dest pê bike, lê belê Tirkiyê naxwaze ev operasyon dest pê bike ji ber ku yê ku piştgirya didê Cebhet El-Nesra Dewlata Tirk e.

Di aliyekî de wê destê xwe bi Rûsya re bike yek û ji aliyê dî jî wê çekan radestî Cebhet El-Nasra bike û jê re bêje ku biçe şerê Rûsya û rêjîma Sûriye bikê, Dewleta Tirkiyê rewayek xwe di Rojhilata Feratê de haye ku niha bi PDK’ê re hevpeyman çêdike.''

'BILA PDK TEVLÎ PLANÊ NEBE'

Koçer got bi PDK'ê, ENKS'ê û yên ku xiyanet li Kurdan kirine, bi alîkariya hin pêşmergeyan dixwazin 'herêma ewle' ava bikin û got, ''Em bang li PDK'ê dikin ku tevlî vê planê nebin, ji ber ku planeke taloke ye û taloke li ser yekîtiya Kurdan e. Li ser Kurdan wê komkujiyê bikin, kesên ku bi Mesûd Barzanî re rûniştine plana xwe amade kirine. Ji ber ku dema ev 'herêma ewle' hate danîn ew jî li herêmê bimînin.''

'JI BO KU ÇANDA KURDAN QIR BIKE DIXWAZE DAGIR BIKE'

Di milê din de ji Emerîkayê re dibêje ku ez ê derbasî Rojhilata Firatê û Minbicê bibim û Emerîka rê jê re venakir piştî wê serî li Rûsya xist serî li partiya demokratiya Kurdistan dixist serî li Îranê dixist ku ji bo derbasî rojhilatê Firatê bibe.

Koçer diyar kir dewleta Tirk ji bo ku derbasî 'Rojhilatê Firatê'' bibe serî li Emerîkayê dide, dema ku Emerîka jê re derî venekir serî li Rûsya dide, li PDK'ê û Îranê dide û got, dewleta Tirk ji bo ku weke Efrînê çanda gelê Kurd qir bike û ji bo ku şerê Ereb û Kurdan derxîne dixwaze derbasî herêmê bibe.

'LI SER ROJAVA SIYASETEKE PIR QIÊRJÎ HEYE'

Koçer got, ''Deweta Tik nehişt ku li Iraqê referandûm bibe. Her gav êrîşê tîne. Navendên wan li Başûrê Kurdistanê hene. Ji bo ku Kurd nebin tiştek li wê derê ne. Pêwîste gelê me yê Başûr vê fêhm bikin, ku Partiya Demokrat planeke qirêj dimeşîne û ev netewebûn û yekbûna Kurdan xira bike. Niha jî hevpeyman bi Tirkan re çêkirine û hin kesên ku bi wan ve girêdaiyene hazir dike, di televizyonên xwe de eşker dikin.''

'XWÎNA KURDAN Û EREBEN TEVLÎ HEV BÛYE'

Koçer her wiha diyar kir li ser Rojavayê Kurdistanê siyaseteke pir qirêj tê kirin lê di vê siyasetê de wê nikaribin bi ser bikevin ji ber ku gelê Kurd û Ereb fêhm kirin ku yekbûna Kurd û Ereban serkeftina şoreşa Bakurê Sûriyê tîne. Koçer her wiha got li goristanên şehîdan şehîdên Kurd, Ere,b li rex hev hatine veşartin û yekîtiya wan bi xwînê çêbûye.

HETA KU MESELEYA KURDAN ÇARESER NEBE SÛRIYE DEMOKRATÎK NABE

Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer dawiyê got, heke Sûriye bi Kurdan re meseleya Kurdan çareser neke, Sûriyeya demokratîk ava nabe û her wiha heke bi gelê Ereb re jî têkiliya xwe baş neke Sûriyeya demokratîk ava nabe. Koçer got ji bo Sûriyeya demokratîk ava bibe divê Bakurê Sûriyê were naskirin, danûstandinên bi rêveberiya xweser re çêbibin û heke ev nebe krîza li Sûriyê wê girantir bibe.

Koçer diyar kir ew tevlî peymanên derve nabin, ji ber ku aliyên peymanê şaş in û dixwazin aloziya Sûriyê girantir bibe. Koçer got li gor wan heta ku meseleya Rojhilita Navîn çareser nebe pirsgirêka Sûriyê jî çareser nabe, ji ber ku projeya dewletên desthilatdar ew e ku dixwazin herêmê ji nû ve dizayn bikin û peymanên ku têne danîn krîza Sûriyê çareser nakin, wek Cinêvê, her wiha Astana, Soçî, ku erdên Sûriyê pê hatin firotin.